Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin? 2021-07-13 10:21:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rima Berekat, diyar kir ku li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê û 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene.  Di ser Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir de 9 sal derbas bûn. Heta niha şoreşê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bandora xwe li tevahiya Sûriyeyê û herêmê kiriye û gelek nirxandin li serê hatine kirine. Bi nirxandinan re gelek planên têkbirinê jî li ser hatine kirin. Rexmî hin planên ku ketine meriyetê jî Şoreşa Rojava didome û roj bi roj xurtir dibe û bi pêş ve diçe. Di vê pêvajoya ku salvegera şoreşê nêz dibe de me xwe gihand Hevseroka Encûmena Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rima Berekat û pê re li ser pergala edaletê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeyvîn kir. Berekat, da zanîn ku wan piştî hilweşandina Rejîma Baasê dest pê avakirina pergala xwe ya edaletê kirine û destpêkê bi navê dadên gel dad li dar xistine.   Berekat, destnîşan kir ku di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Encûmena Edaletê ku 13 endaman pêk tê hatiye avakirin û wiha got: “Encûmena Edaletê, pergala edaletê ya tevahiya herêman dişopînê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê û 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene.Ji bo mafê her kesî were parastin deriyê Encumena Edaletê ji her kesî re vekirî ye û mafê kesane serdana encumenê bikin û Komîteya Teftîşê ya Encumenê li ser bisekine. Hin caran hemwelatiyên herêmê berê xwe didin dadgehên Rêjîmê. Ji bo em mafên kesan biparêzin em biryarê wan pêk tînin. Bi taybetî jî di dozên kirîn û firotina erdan de."     RIMA BEREKAT   Berî ku em derbasî pirsên ku me kirine û bersivên ku Berekat dane dixwazin bi çend hevokan Berekat bidin nasîn. Berekat ji Efrînê ye û li bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji dayik bûye. Li Helebê zanîngeha hiqûqê xwendiye. Bi destpêka Şoreşa Rojava re derbasî Efrînê bûye û di nav saziyên edaletê de cih girtiye. Piştî dagirkirina Efrînê derbasî Herêma Cizîrê dibe û niha Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.    Pirsên ku me Berekat kirine û bersivên ku wê dane wiha ne;   Destpêkê em bi hilweşandina pergala edaletê ya Rejîma Baasê dest pê bikin. Weke Rêveberiya Xweser we xwe çawa ji pergala edaletê ya Rejîma Baasê rizgar kir?   Destpêka Şoreşê Rojava hemû saziyên Rêjîmê hilweşİyan û karmendê wê reviyan. Ji ber vê di her aliyê jiyanî de valabûnek derket. Ji ber ku dema şoreşê û şer pirsgirêk pir bûn, bi navê dadên gel me dad li dar xistin. Ev dad cihê dadên Rêjîmê têje kirin. Her kesî berê xwe da van dadên nû hatibûn avakirin.    Bi hejmarek parêzer û kesên hiqûqnas rêveberiya dozgeriyê hat avakirin. Li kêlekê jî saziya asayîşê hat avakirin ku bi rêveberiya dozgeriyê kar dikir. Dîsa ji bo pêkanîna cezayê ku ji dadê derdikevin li kêleka van girtîgeh jî hatin avakirin. Di heman demê de qomîteyên silhê jî hatin avakirin. Ji bo ku di dozên sivîl de pisgirêkan çareser bike pergala me ya dadmendî şûna tevahiya pergala Rêjîmê girt. Bi pêşketina şoreşê re pergala me jî bi pêş ket.    Me pergala jûrî ji pergala angloseksonî girt û me qanûnên sivîl jî ji pergala fransî û Sûriyeyê girt. Hin tişt jî me ji qanûnên Misrê girt. Lê me her tiştî jî li gorî felsefeya edaleta civakî girt.   Heta niha qala gelek aliyên Şoreja Rojava hatiye kirin lê bes kêm qala aliyê edaletê tê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke çawa ya edaletê hatiye avakirin?   Ji ber ku me felsefeya xwe ya edaleta civakî ji felsefeya netewa demokratîk ava kir, pergala me ya edaletê bi Şoreşa Rojava re gav bi gav bi pêş ket. Destpêkê me navê dada gel bi kar anî, lê bi pêşketina şoreşê û xwesteka gel re me dîwanên edaletê ava kirin. Biryara edlî ji heyetek ji 3 kesan tê avakirin. Ji bo biryargirtinê de bibin hevpar gel bi rêya platform, jûrî û qomîteyên weke dayikên aştiyê, malên jin û hin qomîteyên karmendan tevlî pêvajoya biryargirtinê bûn.    Gelek welat dema ku pergala xwe ya hiqûqê saz dikin hin pergalên li gorî xwe pêşketî esas digirin. We jî weke pergal, pergaleke hiqûqê ya welatên ku ji xwe re esas girtî ye heye? Heke hebe ev kîjan welat an welat in? Heke nebe we li gorî çi pergala xwe saz kiriye?   Em ji fikrên qanûnî yên tevahiya cîhanê re vekirî ne û dixwazin ji pergalên dadmendî yê cîhanê sûd werbigirin. Weke mînak; me pergala jûrî ji pergala angloseksonî girt û me qanûnên sivîl jî ji pergala fransî û Sûriyeyê girt. Hin tişt jî me ji qanûnên Misrê girt. Lê me her tiştî jî li gorî felsefeya edaleta civakî girt. Ev fikrên qanûnî hev temam dikin.   Rêxistinbûna îdarî ya sazî û dezgehên edaletê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çi rengî ye?   Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Encûmena Edaletê hatiye avakirin. Ev encûmen ji 13 endaman pêk tê. Ev endam jî ji aliyê herêman ve tên hilpijartin. Pergala hevserokatiyê tê meşandin. Kota jinan ji sedî 50’î ye. Encûmen, pergala edaletê ya tevahiya herêman dişopînê. Hejmara endaman li gorî pêwistî û hejmara dîwanên edaletê tên hilpijartin. Ev jî karê dîwanên edaletê û qomîteyên silh û malêm jinan bi rêxistin dikin. Li kêleka wê jî Akademiya Edaleta Civakî ya Mezopotamyayê heye. Ev jî karê ew e ku kadroyên edaletê perwerde bike.     Li herêma me Encûmena Jinê ya Edaletê heye lê ne wek dadgehên jin kar dikin. Ew rewşa jinên li saziyên edaletê bi rêxistin dikin û amadekariya qanûnên têkildarî jin, malbat û hiqûqa jinê dikin.   Gelo li tevahiya navçe û bajarên herêmê dadgeh ango saziyen darizandinê hene, mirov dikarin li her dera herêmê bên darizandin? Li herêmê çend cure dadgeh hene?   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17 dîwanên edaletê hene. 28 dozgeriyên girêdayî van dîwanan hene. Ev dozgerî ji Dêrikê bigire heya Şehba û Helebê li hemû bajaran belav kirîne. Ji bo herkes bikaribe xwe bigihînê pergala me ya edaletê û doza xwe çareser bikê, li kêlekan van dozgeriyan bi dehan malên jinan û qomîteyên silhê belav kirine.   Şertekî bingehîn ê hiqûqê yê wiha heye; edaleta derengmayî ne edalet e. Li gelek welatan ev şert tê binpêkirin. Li herêma we ji asta destpêkê heta asta dawî darizandina kesekî di çi qas demê de pêk tê?   Felsefeya me di cih de çareserkirina pirsgirêkan esas digire; hejmarek mezin dozên me di demeke pir kurt de di komîteyên silhê û malên jinan de tên çareserkirin. Lê pergala me di şert û zerfê şer de xwe bi cih dikê û xwe bi pêş dixê. Di derfetên heyî de em pergala xwe bi pêş dixin.   Ji ber ku her dozek cudabûna wê heye, ji destpêkê heta asta dawî em nikarin bibêjin ku wê evqas dem bigire. Weke mînak; dozên girêdayî erdan, kuştin û bazirganîya heşîşê belim nêzî salikê berdewam dike. Ji ber ku pir kar di wan de tên kirin.   Li piraniya welatan dadger û dozger bi tehsîlê tên diyarkirin. Di pergala we de dadger û dozger çawa tên diyarkirin. Şertên ji bo qebûlkirina wan çi ne?    Piraniya dadger û dozgerên me li zanîngehê qanûn xwendine û dîploma xwe girtine. Lê bi gîştî li Akademiya Edaleta Civakî perwerde dîtinê û gorî nirxên şoreşê kesayeta xwe bi pêş xistine.   Bi qasî ku me şopand li herêma we dadgehên jinan jî hene. Hûn dikarin hinek qala van dadgehan bikin. Tenê jin li van dadgehan tên darizandin an kesên ku li dijî jinan sûc kirine li van dadgehan tên darizandin?   Li herêma me Encûmena Jinê ya Edaletê heye lê ne wek dadgehên jin kar dikin. Ew rewşa jinên li saziyên edaletê bi rêxistin dikin û amadekariya qanûnên têkildarî jin, malbat û hiqûqa jinê dikin. Di dozên ku jin têde ne nêrîn didin.     Tişta ku di doza Emîn Îsa de bû binpêkirina qanûn û usûlê bû. Kesên ku di vê dozê de qanûn bin pê kirine ketinê ber lêpirsînê û wê cezayê xwe jî li gorî qanûnan bikişînin.   Ji ber mirina di bin çavan de ya Endamê PDK-S’ê Îsa Emîn ji aliyê hin derdoran ve rexne li rêbaz û dema binçavkirinê ya li herêma we hatin kirin. Li herêmê biryara binçavkirina kesekî çawa tê dayîn û herî zêde çend rojan di bin çavan de dimîne?   Biryara binçavkirina kesan li dozgerîyê tê dayîn û li gorî qanûnan tê bikaranîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesekî herî zêde 48 saetan di bin çavan de dimîne. Piştî 48 saetan binçavkirî derdikeve dozgerîyê. Ji bo karê lêpirsîn û angaştê jî kesek herî zêde mehek girtî dimîne. Di sûcên herî giran de jî kesekî beriya ku bê dadgehê zêdetirî heyvekê di lêpirsîna asayîş û dozgerîyê de dimînê.    Tişta ku di doza Emîn Îsa de bû binpêkirina qanûn û usûlê bû. Dirêjkirina dema girtinê hişmendiya ji Pergala Baasê ya Sûriyeyê mayî ye.  Ev jî pêwistiya xebat û tekoşîna hiqûqê ya ji bo pêşxistina pergala me ya hiqûq û zagonê didê dîyarkirin. Lê belê kesên ku di vê dozê de qanûn bin pê kirine ketinê ber lêpirsînê û wê cezayê xwe jî li gorî qanûnan bikişînin.   Di dewletan de betir dad dewletê diparêze û ji ber ku karmendê dewletê ne dozger û dadger jî alîgirê dewletê ne. Lê parêzer bêtir serbixwe ne. Li Rêveberiya Xweser rewş çawa ye?   Di Rêveberîya Xweser de her du baskên edaletê dadger û dozger û parêzer nirx û destkeftiyên şoreş û civakê diparêzin. Her du mil bi hevra pergala edaletê bi pêş dixin.     Ji ber ku hê Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn nehatine avakirin, hin caran hemwelatiyên herêmê berê xwe didin dadgehên Rêjîmê.    Dema ku hiquqa we ya hundir bêencam bimîne welatiyên we seri li kuderê didin?   Ji bo mafê her kesî were parastin deriyê Encumena Edaletê ji her kesî re vekirî ye û mafê kesane serdana encumenê bikin û Komîteya Teftîşê ya Encumenê li ser bisekine. Ji ber ku hê Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn nehatine avakirin, hin caran hemwelatiyên herêmê berê xwe didin dadgehên Rêjîmê. Ji bo em mafên kesan biparêzin em biryarê wan pêk tînin. Bi taybetî jî di dozên kirîn û firotina erdan de.    Herî dawî em dixwazin hûn ji me re qala pêşxistina pergala xwe bikin. Ji bo pêşxistin û xurtkirina pergala xwe ya edaletê hûn xebatên bi çi rengî dikin?    Em pergala xwe li gorî pîvanê navneteweyî bi perwerdê bi pêş dixin. Ji bo yekkirina di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em li ser zagonên xwe jî xebat dikin. Ji bo qanûnên modern û li pêş; me saziya xwe ya texture ya edlî ava kiriye û laboratôara xwe ya qrîmînal jî ava dikin.    MA / Kadrî Esen