Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin 2021-07-13 11:13:17   RIHA - Malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya "edaletê" didomîne ev peyam parve kir: “3 mirovên me li nexweşxaneyê qetil kirin. 3 sal in yek kes nehatiye girtin! Kesên dixwazin bibin şahid bila werin em li pêş edliyeyê ne.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 127'emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de hat pêş edliyeyê, li pêş bariyeran dest bi nobeta xwe kir. Dayik Şenyaşar li vir tiştên ku jiyabûn bi lorandinê qîr kir, welatiyên li derdorê bûn şahidê vê yekê hestiyar bûn.    ‘KESÊN BÛN ŞAHID BILA WERIN PÊŞ EDLIYEYÊ’   Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Tiştên ku ev 3 sal in em dijîn, heta ku kes nejî nikare fêm bike. Jixwe bila kes nejî jî. 3 mirovên me li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 3 sal in kes nehatiye girtin! Nayê bawerkirin ne wisa? Kesên dixwazin bibin şahid bila werin em li pêş edliyeyê ne.”