'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin 2021-07-13 12:43:41   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Bandirmayê, ji ber 'Lêgerîna dev' girtiyên nexweş dernakevin revîrê.   Mûstafa Acet ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Bandirmayê girtî ye, di axaftina telefonê ya heftane ku bi malbata xwe re kir de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Acet, ji malbata xwe re ragihandiye ku 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ên li qawişa wan tê ferzkirin û girtiyên ku vê pêkanîne qebûl nakin nikarin biçin revîrê. Acet, daye zanîn ku ji ber vê pêkanînê girtiyên nexweş rojên zehmet derbas dikin. Herî dawî Acet, agahî daye ku her roj binpêkirinên mafan ên nû li girtîgehan zêde dibin û banga hestiyariyê kir.