Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin 2021-07-13 13:21:26   STENBOL - Di “merasîma îcazetê” ya li Mizgefta Fatîhê hat lidarxistin de ji bo Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Nûman Kûrtûlmûş kursiya axaftinê hat avakirin û ji bo AKP’iyan jî kursiyên protokolê hatin bicihkirin.    Weqfa Kemal Efendî ya girêdayî Terîqeta Nakşîbendî, li Stenbolê  ji bo ciwanên perwerdehiya hafiztiyê girtin li Mizgefta Fatîhê “merasîma îcazetê” li dar xist.  Li mizgeftê kursiya axaftinê hat avakirin û kursiyên protokolê hatin bicihkirin. Di merasîma ku Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Nûman Kûrtûlmûş jî beşdarbûyî de rêveberên Weqfê û AKP’yî li kursiyên rex mînberê hatin bicihkirin rûniştin, beşdarvanên din jî li erdê rûniştin. Ji xeynî Kûrtûlmûş rêveberên rêxistina Fatîhê yên AKP’î jî beşdarî merasîmê bûn.    Kûrtûlmûş ê AKP’î ji merasîmê hin wêne li ser hesabên xwe yên medya sanal parve kir.