Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket 2021-07-13 14:02:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Bahzad Hamîd (41) ê li Herêma Kurdistanê li girtîgehekê de dima roja ku bi kefalete were berdan cenazeyê wî ji girtîgehê derket. Malbata wî difikire ku zarokê wan di encama îşkenceyê de hatiye kuştin.    Bahzad Hamîd (40) ê li Girtîgeha Zerka ya Duhokê ya Herêma Kurdistanê dima jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Hamîd pêşmergeyekî kevn e û di 4’ê tîrmehê de bi sûcdariya ku tiryak bi kar aniye hatiye girtin. Malbat li bendê bû ku duh bi kefarete lawê wan were berdan lê cenazeyê lawê wan radestî wan hat kirin.    Serokê Miduriyeta Têkoşîna bi Narkotîkê re yê Duhokê Faraj Koçar, têkildarî mirina biguman daxuyanî da û diyar kir ku Bahzad Hamîd di encama derbaskirina qeyrana dil de jiyana xwe ji dest daye.    Bav Hamîd Huseyîn jî têkildarî mijarê de wiha got: “Diviya îro bi kefaletê hatibûya berdan lê agahiya ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye ji me re ragihandin.” Amîr Hamîd jî da zanîn ku birayê wî bi îşkenceyê hatiye kuştin û xwest ku Hikumeta Herêmê têkildarî mirina birayê wî lêpirsîneke berfireh bide destpêkirin.