DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî 2021-07-13 14:41:00   MÊRDÎN - DEDAŞ, bi cendirmeyan re bi ser gundên Dêrikê de girt û têlên ceyranê yên bîrên avê birî û dîrekên ceyranê rakir.    Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), bi hinceta "deynên ceyranê" bi hejmareke zêde cendirmeyan re bi ser gundên navçeya Dêrikê ya Mêrdînê de girt û li gundên Qubilme û Êlaska têlên ceyranê yên bîrên avê birî û dîrekên ceyranê rakir. Xebatkarên DEDAŞ'ê têlên ku birîn û dîrekên ku rakirin li qamyonan bar kirin û bi xwe re birin.    Cotkar Emrûllah Ayav, diyar kir ku îttîrazî deynên ku DEDAŞ'ê ji wan re derxistiye kirine û pêvajoya dadgehê dane destpêkirin. Ayav, da zanîn ku pêvajoya dadgehê didome û li dijî pêkanînên DEDAŞ'ê jî serlêdana xwe ya tevdîrê kirine û dema ku li benda bersivê bûne DEDAŞ Û cendirmeyan bi ser wan de girtine.