SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye 2021-07-14 09:21:54 STENBOL - Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç, anî ziman ku armanca çûna Erdogan a Amedê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd e, ji bo rayên xwe yên ji dest çûne konsolîde bike çûye û got: "Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye."  Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, piştî 3 salan di 9'ê Tîrmehê de çû Amedê. Erdogan, li Amedê derbarê "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de axivî.     Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê (SAMER) Yuksel Genç, çûna Erdogan a Amedê û daxuyaniyên wî nirxandin.    Genç, diyar kir ku AKP di warê hilbijartina pêşwext de ne zelal e, lê wekî ku dê bibe amadekariyan dike. Genç, bilêv kir ku dê AKP, nikaribe krîza heyî heya 2023'yan bibe û dizane pêvajo di aleyha wê de ye. Genç, destnîşan kir ku li gor lêkolînên ku ew dikin her diçe rayên AKP û MHP'ê kêm dibin û îqtidar ji bo xwîna jê diherike bisekinîne, li rêbazekê digere. Genç got: "Îqtidar dizane dê bi vî awayî heya 2023'yan nikaribe bimeşe, lewma pêdiviya wê bi hilbijartineke pêşwext heye. Lê ji xwe ne bawer e dê kengî û çawa bike. Gelo qey li bendê ne Bahçelî ji bo hilbijartina pêşwext bang bike yan jî li benda derfeteke aborî ne ku hebikekî barê krîza heyî sivik bikin? Nizanim, lê li benda îşaretekê ne."    ÇÛNA ERDOGAN A AMEDÊ    Genç, bibîr xist ku beriya geşta Erdogan, di civîna Desteya Rêvebir a Navendî ya AKP'ê de hilbijartina pêşwext hatiye nîqaşkirin û ev nîqaş ji aliyê raya giştî ve jî hatiye bilêvkirin. Genç got: "Wisa xuya dike AKP amadekariya hilbijartineke pêşwext dike. Heger karibin paşveçûyîna rewşa heyî bisekinînin, îhtimala hilbijartina pêşwext heye. Mihtemelen vê yekê raçav dikin. Bi geşta xwe ya Amedê dayîna starta hilbijartina pêşwext tiştekî mihtemel e û watedar e. Ji lew re partiyeke ku nikaribe rayên kurdan bigire şensekî wê yê ku bibe îqtidar tune ye. Erdogan jî dizane rayên hilbijêrên kurd ji destan çûye û fikara wî ya di vî warî de zêde bûye."    Genç got: "Lewma wisa xuya dike ku Erdogan dixwaze rayên kurdan ên ji dest çûne bide sekinandin. Geşta wî ya Amedê, xwedî wateyeke wisa sembolîk e. Wateya wê ya sembolîk a dudoyan jî ji ber Tifaqa Cumhûrê, rewşeke polîtîk rû daye ku ev rewş bûye sedema ji destçûyîna rayên kurdan. Di vê pêvajoya nû de dixwaze bi hilbijêrên kurd re hin peyaman bide şirîkê xwe MHP'ê yan jî ji xeynî MHP'ê li tifaqeke din digere. Mirov dikare vê wiha şîrove bike. Jixwe tê zanîn demek e bi Partiya ÎYÎ'yê re hin hevdîtin tên kirin. AKP, dixwaze bi awayekî xwe ji pozîsyona pirkoşeyî ya tifaqa bi MHP'ê re xelas bike."    Genç, destnîşan kir ku geşta Erdogan tu kelecan û hêvî peyda nekirine, ji lew re "li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye." Genç, bibîr xist ku piştî redkirina Peymana Dolmabahçeyê Erodgan û AKP'ê pêvajo bi dawî kirine û Erdogan bi gotina xwe ya "Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em in" xwestiye têgihan û bîrbiriyekê biafirîne.    Her wiha Genç, ji bo gotinên Erdogan anî ziman ku mirov dikare vê yekê wekî hewildanên nermkirina tifaqa hişk a bi MHP'ê re jî binirxîne û got: "Ji lew re ev dîwarê hişk, êdî wî jî difetisîne. Axaftina Erdogan a li Amedê, wateya ku dê pêvajoya çareseriyê cardin dest pê bike, di xwe de nahewîne. Bes bilêvkirina pêvajoyê, perçeyeke stratejiya jinûve bidestxistina kurdan e. Mexsed ne çareserkirina pirsgirêkê ye, mexsed konsolîdekirina rayên kurdan e û bidestxistina pêvajoyeke avakirina îqtidarê ye. Di vir de îqtidar jî û muxalefet jî baş dizanin rêya îqtidarê li cem kurdan e. Lê dê siyaseta kurd pirsgirêkê çareser bike. Dê helwest, argumanên siyasî û polîtîk ên siyaseta kurd diyarker be. Di vir de divê siyaseta kurd jî xwe li denklemeke wekî 'hemû muhtacî me ne, hela bila hemû biaxivin' nelefîne."     TIFAQA BI HDP'Ê RE    Genç, behsa hin xebatên kirine jî kir.    Genç, anî ziman ku ji sedî 16'ê hilbijêran dixwazin ji xeynî Tifaqa Gel, HDP bi partiyên wekî CHP û Deva'yê re tifaqê çêbike û got: "Ji sedî 16 ne hejmareke biçûk e. Ev di heman demê de îşaret bi lêgerîna hilbijêran re jî dike. Ev girîng e."    STRATEJIYA HDP'Ê    Genç, destnîşan kir ku divê HDP siyaseta hevsengî ya aşkere bûye an jî li ser asasê pozîsyona xurt a ku hilbijêran afirandiye siyasetê bike û got: "Heger HDP, bi tifaqeke heyî re tevbigere jî divê vê yekê li ser asasên çareserkirina pirsgirêka kurd û xeteke siyasî ya xwedîrêgez bike. Yanî siyaseta ku divê HDP bike, ne wekî 'ez ê bi vê re tifaqê çêbikim, bi vê re nabe', divê li gor daxwazên welatîbûyîneke demokratîk, wekhev û rêvebiriya xweser bike."    MIFTEYA HILBIJARTINÊ KURD IN    Genç, anî ziman ku hilbijartineke mihtemel dê ji bo Tirkiyeyê û kurdan hilbijartineke pir girîng be û bal kişand ser nîqaşên pergalê yên di navbera îqtidar û muxalefetê de. Genç got: "Niha hilbijartin li dor nîqaşa pergalê diçe û tê. Di vir de mifte kurd in û divê kurd li gel kesên ji bo Tirkiyeyeke demokratîk tevdigerin bimeşin. Heger yek ji wan jî ne xwedî vê yekê bin; nexwe dikarin bibin hêzeke ku Tirkiyeyê bikin welatekî demokratîk."    MA / Nacî Kaya