Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan 2021-07-14 10:41:04 AMED - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê girtiyên ku ketine greva birçîbûnê dikin hucreyên yekkesî û li girtîgehê cezayên dîsiplînê zêde bûne û ji bo parastinên kurdî heqê wergerê ji girtiyan tê girtin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja 230'an de didome. Çalakiya ku heta niha ji 5 rojan careke dihat dewrkirin wê ji îro şûn ve ji 15 rojan careke bê dewrkirin. Bi çalakiya bi koma 47 tê domandin re binpekirinên mafan ên li girtîgehan jî berdewam dikin. Girtî Recep Bal (38) ku di navbera 1-8'ê adarê de bi 50 girtiyê re ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê hatibû kirin, binpêkirinên li girtîgehê bi nameyêkê ragihand.    DI 5 MEHAN 6 CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ   Bal, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ev tişt ragihandin: "Ji ber cezayên dîsiplînê hevdîtin hatine qedexekirin. Piraniya hevalên me ji ber ku qedexeya axaftina bi telefonê girtine demeke dirêj e nikarin bi malbatên xwe re biaxivin. Dîsa gelek hevalan cezayê hcureyê girtiye. 12 sal in girtî me, cezayê dîsiplînê ku min di 5 mehan de girtiye di 12 salan de negirtiye. Tenê di 5 mehan 6 cezayên dîsiplînê li min hatine birîn û qedexeya hevdîtinê danîne ser min. Ji bo şewitandina înfaza me ev ceza li me dibirin. 3 kesên ku em ji bo hevdîtinê navê wan dinivisînin red dikin. Em mafê xwe li vê girtîgehê bi kar naynin. Ji ber ku ji malbata xwe dûr im nikarim bi malbata xwe re hevdîtin bikim. Amûrên ku malbata min dişîne careke din li wan vedigerînin. Ji bo mexdûrkirina me amûran nadin me."   BERBER TUNE YE   Di berdewamê de Bal, destnîşan kir ku li girtîgehê berber tune ye û ji 9 mehan zêdetire girtiyên ku por û rihê xwe jênekirine hene û agahî da ku wê bikeve greva birçîbûnê û ev tişt got: "Ez ê bikevin greva birçîbûnê û ji ber ku ez ê bikevim greva birçîbûnê wê min bikin hucreya yekkesî. Li dijî cezayên dîsiplînê ku Dadgeriya Înfazê ya Cezayê li me biriye me parastina xwe bi kurdî kirin. Ji bo parastina kurdî heqê wergerê ji me digirin. Ji bo ku mirov bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin neçar dimînin ku pere bidin."