Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin 2021-07-14 11:50:27   ŞIRNEX - Danişîna 5’emîn a doza 16 kesên ku xizmê wan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn dîsa hat taloqkirin.   Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyê ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê 16 xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn de doz hatibû vekirin. Danişîna 5’emîn a dozê li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Parezerên malbatên Roboskiyê tevlî danişînê bûn. Ji ber kêmasiya ewraqan danişîn taloqî 4'ê cotmehê  hat kirin.