AYM’ê têkildarî îşkencekirina welatî biryara binpêkirinê da 2021-07-14 12:58:34   ENQERE - AYM’ê diyar kir ku di serlêdana Sadrettîn Bîlîr ê di li Bismilê dema hatibû binçavkirin de bi lêdanê re rûbirû mabû, binpêkirina maf tespît kiriye û xwest lêpirsîn ji nûve were destpêkirin.    Li navçeya Bismila Amedê di 28’ê hezîrana 2016’an de Sadrettîn Bîlîr di kontrola rê de hatibû binçavkirin û bi lêdanê re rûbirû mabû. Sadrettîn Bîlîr serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê biryarê nirxand û da zanîn ku di serlêdana Bîlîr de ji ber lêdanê binpêkirina maf tespît kirine û xala 17’emîn a Destûra Bingehîn ku “qedexeya eziyetê” têde cih digire hatiye binpêkirin. AYM’ê biryar da ku lêpirsîn ji nûve were kirin. Serlêdana Bîlîr a têkildarî îşkenceyê dia dara 2018’am de k, aş,uê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê ve hatibû redkirin. Bîlîr li ser vê yekê serî li AYM’ê da û biryara binpêkirina maf hatdayîn.