Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Geverê daxuyanî da 2021-07-14 13:26:55   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî îstîsmara zayendî ya esker û polîsan a li ciwan û zarokên Geverê dikin daxuyanî da û wiha got: “Divê desthilat baş bizane ku polîtîkayên şerê taybet gelek caran hatine ceribandin lê negirtin. Li her derê ku em lê ne em ê polîtîkayên qirêj ên dewletê teşhîr bikin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî îstîsmara zayendî ya esker û polîsan a li ciwan û zarokên Geverê dikin û li zarokan ferz dikin ku bi hin zilamên din re jî bikevin têkiliya zayendî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber polîtikayên dijminatiyê yên AKP’ê û MHP'ê yên li dijî jin û zarokan ên tundî, tecawiz û destdirêjiyê zêde bûne. Her wiha hat gotin ku xwestina şertê delîla şênber nîşaneya vê dijminatiyê ye.     ‘EM Ê POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ ÊN DESTHILATÊ TEŞHÎR BIKIN’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişa zayendî ya li Geverê ya ji aliyê polîs û leşkeran ve tê kirin nayê zelalkirin û wiha hat gotin: “Em ê ji bo esasgirtina beyana jin û zarokan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ferzkirina têkiliya zayendî ya bi darê zorê ya li bajarên kurdan parçeyekî ji polîtîkayên şer ên taybet ê dewletê ye. Em vê yekê ji berdana Musa Orhan ê li Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema întixara wê, dizanin. Em vê yekê ji windakirina Gulistan Doku ya li Dêrsimê dizanin. Polîs û leşkerên bi polîtikayên bêcezahiştinê tên xelatkirin cesaretê ji îktidarê û ji daraza wê ya mêrtiyê digire. Lê belê bila desthilat baş bizanibe ku ev polîtîkayên şerê taybet ên bi salan e pêk tên ew ê bi encam nebin. Em ê polîtikayên qirêj ên îqtidarê teşhîr bikin. Em ê pêşî li fuhuşê bigirin.”