Ebrû Gunay: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan 2021-07-14 14:52:44   ŞIRNEX - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay di 1'emîn Kongreya Awarte ya HDP'a Cizîrê de axivî û got: "Heger hûn çareseriyekî bifikirin, muxatab birêz Ocalan e."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîr a Şirnexê, bi tevlîbûna Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Berdekva HDP'ê û Parlementera Mêrdînê Ebru Gunay bi dirûşmeya "Bi rihê tîrmehê em xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin" 1'emîn Kongreya Awarte li Eywana Azîzoglû li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Dayîkên Aşitiyê, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan tevlî kongreyê bûn.    Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina diwanê dest pê kir. Pişt re parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr ji rêveberiya nû re serkeftin xwest û diyar kir ku HDP mezin dibe û tu hêz nikare HDP'ê bide sekinandin.    'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ FIRSENDEKE DÎROKÎ BÛ'    Pişt re Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk axivî. Oztûrk, bal kişand ser pirsgirîka kurd û got ku heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe û wiha axivî: "Em anîbûn rewşeke wisa ku me şerm dikir ku bi zimanê dayîkê biaxivin. Me şerim dikir ku em bibêjin em li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn. Lê ev bi saya têkoşîna birêz Ocalan û hevreyên wî têk çû û têkoşîna gelê kurd ji nû ve destpê kir. Birêz Ocalan û hevalên wî got 'em van polîtîkayên li ser gelê kurd tên meşandin qebûl nakin, gelê kurd gelekî qedîme' û li dijî van polîtîkayan serî hildan. Bi têkoşîna xwe gelê Kurd li hemû cîhanê da naskirin. Lê mixabin pirsgirêka heyî hîn jî didome. Bi têkoşîna ku hatî dayîn, rayedarên dewleta tirk birêz Ocalan esas girt û pêvajoya çareserkirina pirsgirîka kurd dan destpêkirin. Ev firsendeke dîrokî bû. Di heman demê de vê pêvajoyê ji demokrasî û azadiya gelên Tirkiyeyê re derî vekir. Lê mixabin rayedarên dewletê ketin dewreyê û pêvajoya çareserkirina pirsgirîka kurd bi dawî kirin. Careke din çek xistin dewreyê, pêvajoya çareseriyê bi vî awayî bi dawî kirin û polîtîkayên pişaftinê xistin dewreyê. Ji pêvajoya çareserkirinê ve  poltikayên tunekirinê didomin. Lê gelê kurd bi sekna xwe ya berxwedêr ev polîtîka têk bir. Ew kesên ku dixwestin gelê kurd têk bibin îro yek bi yek têk diçin."    'HETA AZADKIRINA BIRÊZ OCALAN WÊ TÊKOŞÎN BIDOME'   Ozturk di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku muxatabê çareseriya pirsgirîka kurd Îmraliye û wiha domand: "Bi polîtîkayên pişaftinê, girtin û kuştinê hûn nikarin pirsgirîka kurd çareser bikin. Pirsgirîkek heye ev jî pirsgirêka kurd e. Gelê kurd weke her gelekî nasnameyeke azad û jiyanake hevpar daxwaz dike. Ev daxwaziye jî wê bi muxatab girtina birêz Ocalan pêk were. Em li Botanê dibêjin; pêşeroja gelên Tirkiyeyê ne di destê Amerîka, Ewropa û hêzên din de ye. Çareserî, diyaloge û muxatebê vê jî birêz Ocalan e. Em heta ku tecrîtê neşikênin, em ê dev ji dayîna têkoşînê bernedin. Wê tekoşîna me heta azad kirina birêz Ocalan bidome."    'MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'    Piştî Ozturk, Berdevka HDP'ê Ebru Gunay axivî. Gunay jî bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û wiha got: "Kesên ku îro HDP'ê hedef nîşan didin kesên ku pêvajoya çareseriyê bi dawîkirine. Em li Cizîra Botan dipirsin kê mirov di jêrzemînan de bi awayekî zindî qetil kirin? Em dipirsîn kê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag da girtin? Em ji vir dipirsîn kê got em muxatabê Dolmabahçeyê nas nakin? Bi vî awayî henekên xwe li gelê kurd dikin. Melayên ku xutbe bi kurdî xwendin kê girt? Heger ku hûn bixwazin pirsgirîka kurd çareser bikin, kesê ku pêşiya we bigire tune ye. Çima hûn çareser nakin? Hûn çima muxatabê çareseriyê di bin tecrîdê de dihêlin?  Heke ku  hûn çareseriyeke bifikirin  muxatab birêz Ocalan e. Heta ku hûn tecrîta li Îmraliyê ranekin, kurd dê tu carî ji sozên we yên vala bawer nekin. Dev ji dîtina kurdan a wekî depoyek dengan a ji bo mayîna xwe berdin. Kurd li Tirkiyeyê di têkoşîna demokrasiyê de pêşengtiyê dikin. Me got em HDP ne û em li her derê ne. Ne girtin ne jî doza girtinê nikare pêşî li vê îradeya ku bi bawerî dixebite, bigire. Dê li her deverê mîna berxwedana Cizîra Botan berxwedana me bidome. Heta ku kurd bibin yek, ew ê tu carî serî li ber dagirkerî û planên faşîzmê netewînin. Em ê bi daxwaza azadiya gelê kurd û daxwaza demokrasiya gelên Tirkiyeyê serbikevin."    Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. Mesut Nart û Zîlan Ecevît wek Hevserokên Rêxistina HDP'a Cizîrê hatin hilbijartin.    Piştî hilbijartinê kongre bi gêrandina govendê bi dawî bû.