Zarokê ku hatibû îdiakirin li qursa quranê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da 2021-07-14 16:41:20   MÛŞ - Zarokê 12 salî yê bi navê M.A.Y. ku hatibû îdiakirin li qursa quranê întîhar kiriye li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Zarokê 12 salî M.A.Y. beriya 3 mehan li “Medreseya Heyderiyan” a weke qursa quranê ya leylî tê binavkirin a li Taxa Karşiyaka ya Mûşê dest bi perwerdehiya olî kiribû. Beriya 7 rojan hatibû angaştkirin ku M.A.Y. dema ku hewl daye xwe li daşira qursa quranê bikuje û  hatiye rizgarkirin û ew rakiribûn Nexweşxaneya Medîkal Park a Xarpêtê. Piştî dermankirina 7 rojan M.A.Y. nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.    Malbata zarok M.A.Y. îdiaya întîxarê qebûl nake.    Rexmî vê rewşê jî heta niha Walîtiya Mûşê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye û çapameniya herêmî ya bajar jî bûyerê nekiriye nûçe.