Rihayiyan Bûldanê bi tembûrê pêşwazî kirin 2021-07-14 19:33:51   RIHA – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li Rihayê çû serdana esnafan. Welatiyekî Bûldanê bi tembûrê pêşwazî kir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveya "Kampanyaya Parastinê" de li Rihayê esnaf ziyaret kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek parlementer jî bi Bûldanê re çûn Rihayê. Bûldan, ewilî çû Gola Masiyan. Bûldan, êm dan masiyan û gelek kesan bi wê û yên li cem wê re wêne girtin.    KRÎZA ABORΠ   Bûldan û yên li cem wê, paşê çûn esnafên Gola masiyan ziyaret kirin. Di dema hevdîtinan de tim dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" hat berzkirin. Esnafan nerazîbûna xwe ya ji bo rewşa aborî anîn ziman. Welatiyekî berasteng, îqtidarê rexne kir û diyar kir ku alîkariya wan nayê kirin. Bûldan jî bal kişand ser krîza aborî û diyar kir ku dê îqtidat di hilbijartina bê de biçe.    BI TEMBÛRÊ PÊŞWAZÎ KIR    Bûldan û yên li cem wê, çûn qehwexaneyeke li çarşiyê jî. Bûldan, çaya qehwexaneyê vexwar û demekê bi kesên li wir re sohbet kir. Di dema sohebetê de welatiyekî jî li tembûrê xist û bi kurdî striya.