ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-15 09:00:34 * Tulay Hatîmogûllari ya HDP'î, anî ziman ku bi êrîşên li ser partiya wan, derdoreke ku heya niha raya xwe nedane HDP'ê wisa difikirin ku divê heya dawiyê piştgiriya HDP'ê bê kirin.  * Endezyarê Çandiniyê Engîn Işik, diyar kir ku ji ber hişkesaliyê fiyetên êm û kayê bihabûne û sewalvan ji bêgavî heywanên xwe difiroşin û got: "Heger tevdîr neyên girtin, dê nan bi fiyetekî du qat bihatir bê ser sifreya me."    * Prof. Dr. Rûkiye Eker Omeroglû, destnîşan kir ku bi sistkirina tevdîrên ji bo pandemiyê û bi destpêkirina heyama turîzmê re hejmara pêketiyên Covîd-19'ê zêde bûne û got: "Berpirsiyariya me ya ewil aşîkirin e û ya dudoyan jî domandina tevdîran e."    * DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran aboneyên deyndar dan ber îcrayê. Hat hînbûn ku ji bo dosye zûzû bên şixulandin, şîrketê bi 60 hezar TL'yî dolap ji 4 daîreyên îcrayê re çêkirine.    * Piştî du salan derbarê Hevşaredarên Peyasê Kezîban Yilmaz û Necatî Pîrînçoglû de ku qeyûm tayinî şûna wan hatiye kirin, bi hinceta "sêncên li ber şaredariyê rakirine û zirar dane malên cemaweriyê" îdianame hat amadekirin.    * Hevserokê HDP'a Avcilarê Şemsettîn Dûman ku piştî polîsan gef lê xwar mala wî hat gulebarankirin got: "Hem bi hêzên qanûnî hem jî bi hêzên paramîlîter bi ser me de tên, lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."    * Zîlan Sevînç a li gundê Danêr yê bi ser navçeya Hezexê piştî girtina Navenda Çand Hûnerê ya Mem û Zîn niha bi derfetên xwe yên herî kêm, fêrî muzîkê dibe û dixwaze di pêşerojê de di warê muzîka kurdî xwe li pêş bixe.    * Çalakiha nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 129'emîn de wê berdewam bike.