Omeroglû: Dibe ku di Îlonê de pîkek nû rû bide 2021-07-15 09:10:07 STENBOL - Prof. Dr. Rûkiye Eker Omeroglû, destnîşan kir ku bi sistkirina tevdîrên ji bo pandemiyê û bi destpêkirina heyama turîzmê re hejmara pêketiyên Covîd-19'ê zêde bûne û got: "Berpirsiyariya me ya ewil aşîkirin e û ya dudoyan jî domandina tevdîran e."  Piştî heyama turîzmê dest pê kir û di 1'ê Tîrmehê de tevdîrên ji bo şewba Covîd-19'ê hatin sistkirin, hejmara kesên dimirin û bi Covîd-19'ê dikevin cardin zêde bûn.    Endama Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Rûkiye Eker Omeroglû, rewşa heyî û fikarên derbarê aşîkirinê de nirxandin.    HEJMARA PÊKETIYAN ZÊDE DIBE    Omeroglû, destnîşan kir ku sedema zêdebûna pêketiyan bi derbekê re sistkirina tevdîran û liv û tevgera civakî ye û wisa texmîn dike ku ji ber ku havîn e û demsala turîzmê ye dê îqtidar cardin qedexeya ji binî de ranegijîne û tevdîran nejidîne. Omeroglû, anî ziman ku heger zêdebûna pêketiyan wisa dewam bike, îhtimal e ku di meha Îlonê de pîkek nû rû bide.    TALÛKEYA VARYANTA DELTAYÊ    Omroglû, bilêv kir ku ji ber turîzmê û koçberiyê dibe ku varyanta Deltayê berbelav bibe û got: "Bi taybetî li Rûsyayê rêjeya varyanta Deltayê ji sedî 90 e û hejmara pêketiyên rojane jî pir zêde ye. Em dizanin ku car heye rojê 40 balafir tên Tirkiyeyê. Her wiha ji ber koçberiyê gelek kes ji Afxanîstanê di ser Îranê re tên Tirkiyeyê. Li Îranê jî hejmara pêketiyan a rojane li dor 30 hezarî ye û varyanta Deltayê li wir jî heye. Hem turîzm hem jî koçberî dê varyanta Deltayê belav bikin."   Omeroglû, diyar kir ku dibe ku di meha Tebax-Îlonê de ji sedî 60 pêketiyan ên varyanta Deltayê bin.    AŞÎ   Omeroglû, bal kişand ser fikarên derbarê aşîkirinê de jî û got: "Aşî, zûzûka hat dîtin. Gelek kes di çarçoveyeke tibbî û zanistî de nêzî vê nabe. Fikirine paranoyak hene. Îdiayên wekî 'çîp xistien hundirê wê' an jî 'kî li xwe bixe demek bi şûn de dê bimire, dê mirovan bixisîne' hene. Her kes tiştekî dibêje. Di destpêkê de Wezîrê Tenduristiyê ji bo Biontechê gotibû 'aşiyeke ku kes nizane çi ye.' Ev bû sedem ku mirov wisa nêzî Biontechê bibin. Paşê gotin Coronavac pir mirovan naparêze. Ev bûn sedema nebaweriyê."    HEJMAR TÊN VEŞARTIN   Omeroglû, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine li dor 150 hezarî ye. Omeroglû, destnîşan kir ku hejmara rasteqîn 3 qat zêdetirî ya fermî ye. Omeroglû, anî ziman ku dê îqtidar hinekî din jî hejmarên rast veşêre û got: "Lê gava em li gor salên din li rêjeya mirinê mêzde dikin, hejmara rast aşkere dibe."    BERPIRSIYARIYA EWIL: AŞÎ    Omeroglû, destnîşan kir ku çendî ku aşî hatibe peydakirin û hejmara pêketiyan hebikekî kêm bûbe jî divê kes bi rihetî tevnegere û divê tevdîr bidomin. Omeroglû got: "Berpirsiyariya me ya ewil aşîkirin e û ya dudoyan jî domandina tevdîran e."    MA / Îdrîs Sayilgan