Ji ber rakirina sêncên li ber şaredariyê derbarê wan de îdianame hat amadekirin 2021-07-15 09:11:01 AMED - Piştî du salan derbarê Hevşaredarên Peyasê Kezîban Yilmaz û Necatî Pîrînçoglû de ku qeyûm tayinî şûna wan hatiye kirin, bi hinceta "sêncên li ber şaredariyê rakirine û zirar dane malên cemaweriyê" îdianame hat amadekirin.  Namzetên HDP'Ê Kezîban Yilmaz û Necatî Pîrînçoglû, di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de bûbûn hevşaredarên navçeya Peyas a Amedê. Paşê di Tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî şûna wan hatibû kirin.    Piştî tayinkirina qeyûm bi du salan derbarê Yilmaz û Pîrînçoglû de bi hinceta ku "sêncên li ber şaredariyê rakirine û zirara den malê cemaweriyê îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin.    Gava Yilmaz û Pîrînçoglû çawa bûbûn hevşaredarê, sêncên li ber avahiya şaredariyê rakiribûn ku di dema qeyûmê ewil Qeymeqamê Peyasê Unal Koç de hatibûn çêkirin.    Gava di 13'ê Gulana 2019'an de rakirina çîtan li ser hesabê medyaya sanal ê şaredariyê hatibû parvekirin, Qeymeqamtiya Peyasê jî giliyê şaredaran kiribû. Qeymeqamtiyê di daxwaznameya xwe derpêş kiribû ku hevşaredaran bi rakirina çîtan zirara dane malên cemaweriyê û bi vî awayî sûc kirine. Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî derbarê Yilmaz û Pîrînç de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê lêpirsîn temam kir û îdianame amade kir.    Îdianame di 2'yê Tîrmehê de berpêşî Dadgeha Ceza ya Asliye ya 2'yan a Amedê hat kirin.    MA / Omer Çelîk