7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-07-15 20:43:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 48 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 304 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 232 hezar û 257 test hatine kirin û 7 hezar û 304 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 48 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 5 hezar û 103 kes jî baş bûne.