Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê 2021-07-16 09:07:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Heso Îbrahîm anî ziman ku li ser Şengalê metirsiyek heye û got: "Em li ser Şengalê metirsiyê dibînin. Lê weke civaka êzidî em dibêjin, heger başûrê Kurdistanê ji dest biçe û fikriyata îslamî têde li pêş bikeve, ev ji bo me metirsî ye. Lê em ê destûra dagirkirina Şengalê nedin.” Operasyona derveyî ya sînor a ku Tirkiyeyê di 23'ê Nîsanê de li deverên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve da destpêkirin di meha çaran de berdewam dike. Di encama operasyonê de heta niha bi dehan gund hatin bombebarankirin û valakirin. Tirkiye ya ku amadekariya valakirina axa başûrê Kurdistanê dike, li gelek deverên Zaxo, Amediyê, Hewler û Başîka baregehên xwe ava kirine. Herî dawî gundên hêrêma Metîna û Kampa Şehîd Nazê ya li Şengalê hat bombebarankirin.  Li dijî êriş û destwerdana herêmê nêrazîbûn jî her ku diçin zêde dibin.    Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm, têkildarî operasyona derveyî sînor a ku Tirkiye li dijî herêma Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, wê li ser Şengalê xetere û bandoreke çawa ava bike û armanca êrişan de çi heye, ji ajansa me re axivî.      'PKK HÊCET E, ARMANC DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE'    Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Heso Îbrahîm bal kişand ser pilan û armanca operasyona ku Tirkiyeyê li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û got: “Dewleta tirk  bi hinceta PKK'ê axa Kurdistanê dagir dike. Dewleta tirk ne bi meha ye, bi salane li ser Başûrê Kurdistanê êrişên xwe didomîne. Bi armanca wê PKK'ê tune bikin van êrişan pêk tîne. Ev hêcet in. Keseke ku bixwaze axa derdora xwe dagir bike bêgûman pêwîste hêcetekê derxe. Armanca wan ne PKK ye. Armanca dewleta tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ne bi tenê başûr, dixwaze Iraqê bi giştî dagir bike. Tirkiye dixwaze sînorê Osmaniyan ê kevn li ser gelê Rojhilatanavîn û derdora xwe pêk bîne. Ji bo ku êriş bike neçare ku hêcetên ji xwe re derxe. Heger îro nebêje ku em ji ber PKK'ê li vir in, bêgûman nikare bikeve axa başûr. Dema ku em lê dinêrin di vê operasyona mezin de behsa Kerkûk, Mûsûl, Şengal, Tilafer û her cihî dike. Behsa dagirkirina Başûrê Kurdistanê giştî dike. Wexta ku behsa Bakurê Kurdistanê giştî kir wê demê ev nabe şereke tenê li dijî PKK'ê. Ev şer li dijî Kurdistanê ye. Îro baregehên xwe li deverên Başîka, Zaxo, Amediyê û Hewlerê çêkirine. Em vê yekê li ser civaka êzidî wek metirsiyê dibînin. Di demeke nêz de heta Laleşê gund hatibûn gulebarankirin. Ji ber ku dewleta tirk dewletek fikreke îslamiyetê diparêz e, bi her awayî êriş dike. Dema ku em îslamiyetê dinêrin baweriyeke din qebûl nake. Em ditirsin ku ku rojekî êrişek giran bibin ser Laleşê. Ev êriş jî bi navê PKK li wir pêk bînin. Weke ku bav û kalên wan Laleş kirine bin destê xwe, dixwazin heman tiştî bikin û em vê metirsiyê li ser Laleşê dibînin."    'EM LI SER ŞENGALÊ METIRSIYÊ DIBÎNÎN'   Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku êrişên herêmê li ser civaka êzidiyan pêşiya metirsiyê vedike û wiha domand: “Armanca dewleta tirk ew e li herêmê DAIŞ’ê zindî bike. Weke civaka êzidî me tu caran xwe ji erdnîgariya Kurdistanî û Iraqê qut nekiriye. Dema ku ev êriş hatin li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê bêgûman wê metirsiyek hebe. Li vir behsa Mûsûl dikin. Şengal girêdayî Mûsûlê ye. Em xeteriyê çawa dibînin? Em xeteriya baweriyê dibînin. Em xeteriya DAIŞ’ê dibînin. Ji ber ku gelek hêzên wan li Tirkiyeyê perwerde bûne. Bi piştgiriya Tirkiyeyê van Efrîn, Serêkaniyê jî dagir kirine. Ev der jî cihê êzidiyan e. Îro Başîka û Barzan jî bi heman xeteriyê re rûbirû ne. Di vê çarçoveyê de em li ser Şengalê metirsiyê dibînin. Lê weke civaka êzidî em dibêjin ku heger Başûrê Kurdistanê biçe û fikriyata Îslamî têde li pêş bikeve ev ji bo me metirsiye. Em metirsiya DAIŞ'ê li ser xwe dibînin."   'CIVAKA ÊZIDÎ ÊDÎ XWEDÎ ÎRADE YE'    Îbrahîm bi lêv kir ku li dijî êrİşan wê civaka êzidî bêdeng nemîne û wiha got: "Kengî xelkê me got ku aramî li Şengalê heye û xelkê me behsa aramiya Şengalê kiribe wê demê dewleta tirk û PDK êriş anîne ser Şengalê. Civaka êzidî vegeriya ser xaka xwe. Ji ber vê jî ev êrişa dawî ya li Serdeştê çêbû û beriya wê jî bombebarankirina ku li ser Çiyayê Şengalê çêbû armanc ew bû ku gelê Şengalê venegere ser xaka xwe. Di berê de gotinek me hebû digotin, ‘Mar ji xiştîna werîs ditirse’. Ji ber ku di van kampan de şereke taybet tê  meşandin, nahêlin ku derûniya gel bi tişteke cuda mijûl be. Bêgûman ev êriş encama peymana 9'ê Cotmehê ye. Gelek caran hikûmeta Iraqê jî dibêje, 'Heger hûn vê tifaqê pêk neyînin û ew hêzên heyî tune nebin, meclîsên we yên heyî tune nebin û em di wir de nebin desthilatdar, Tirkiye wê êrişî we bike’. Bi vî awayî gef dixwin. Lê bila hikûmeta Iraqê jî, dewleta Tirkiyê û PDK baş bizanibin ku êdî xelkê me yê Şengalê xwedî îrade ye. Êdî civaka êzidî natirse. Gelê me ne gelê 2014’an e. Civakeke rêxistinkirî û xwedî bi parastin heye."   'DEWLETA IRAQÊ NE XWEDÎ HELWEST E'    Îbrahîm bal kişand ser helwesta Dewleta Iraqê û got Tirkiye ji bêhelwestiya hikûmeta Iraqê hêz digire û wiha wiha axivî: "Di van êrişan de helwesta dewleta Iraqê ne tu helwest e. Tenê bi nav dewlet e û helwesta xwe nîşan dide. Dewleta Iraqê îro peykerek e û qalibeke bê xwîn e. Di dewleta Iraqê de tenê dizî û gendelî heye. Ev dewlete ne xwedî helwest e. Nikare helwest nîşan bide. Ji ber çi? Çimkî 10 perçe ye. Her yek li ser yekî de diçe. We dît li Bexdayê hêzên leşkerî rabûn û wêneyê Mustafa Kazimî binpê kirin û tiştên nebaş li ser nivîsandin.  Lê vê dewletê nekarî bersiv bide wan. Heger dewleta Iraqê xwedî helwest bûya, Tirkyê nedikaribû Başûrê Kurdistanê hemû bide ber xwe û operasyonê bide destpêkirin. Helwesta dewleta Iraqê  tenê li ser belengazan heye. Ne qanûn, ne parlemento û ne jî hikûmet heye. Lê nexwedî helwest e.”    'XEBATA SEREKE VEGERA ŞENGALÊ YE'    Îbrahîm bal kişand ser xebatên MXDŞ’ê ku li Şengalê dike û got: "Bêgûman xebatên me rêxistinkirina gelê me ye. Xebata me li ser çêkirina tifaqa gelê me didome. Xebata me ya sereke vegera ji bo Şengalê ye. Li dijî van êrişan em ê birêxistinkirî tev bigerin û bi bîr û baweriya xwe bersiv bidin û nehêlin ku dijmin xaka me dagir bike."   MA / Zeynep Durgut