Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje 2021-07-16 10:21:14 AMED - Şevîn D. a ku bi tundî û êrişa zayendî ya Mustafa B. re rûbirû ma tevî ku 6 caran ji qereqolê re gilî kir jî tu tevdîr ji bo wê nehatin girtin. D. a di êrişa dawî de ji mirinê filitî berteka xwe wiha anî ziman: “Herî dawî ez ê bimirim, 10 rojan di medyayê de cih bigirim û pişt re ez ê werim jibîrkirin.”    Şevîn D. (35) li Amedê dijî. Salek bi awayek sîstematîk bi tacîza zayendî, êriş û tundia Mustafa B. re rûbirû ma. Mustafa B. gefa destdirêjiyê li keça wê ya 3 salî û xwişka wê xwar. Şevîn D. piştî her êriş û gefê çû serî li qereqolê da û giliyê zilam kir, lê her carê bi gotinên zayendperest û muameleya xerab a polîsan re rûbirû ma.    Şevîn D. 6 caran giliyê Musafa B. kir û piştî her gilîkirinê asta tundiyê û gefan zêdetir bû. Şevîn D. da zanîn ku di serê sala 2020’an de Mustafa B. ji ber pirsgirêka ceryana li malê wê wek hosteyê ceryanê hatiye mala wê û salek ji aliyê vî kesî ve bi tacîz, gef, şopandin û tundiyê re rûbirû maye. Şevîn D. diyar kir ku 3 sal berê ew hêj ducaniya 4 mehî bûye wê û hevjînê xwe hevberdan e û wiha got: “Ev zilam wek hosteyê ceryanê hat mala min. Demek dirêj ceryana min çênekir. Fêm kir ku ez bi tenê li malê dijîm, derheqê min de lêkolîn kiriye û ji wê demê ve min aciz kir. Tevî ku zewicî ye û zarokên wî jî hene teklîfa zewacê li min kir. Min qebûl nekir, dest bi gefan kir.”    TIŞTEK DERBARÊ ZILAMÊ TUNDIYÊ DIKE DE NAYÊ KIRIN    Şevîn D. destnîşan kr ku Mustafa B. xwe gihandiye hevalên wê û malbata wê bi hin wêneyên pevxistî gef li wê xwariye û got: “Her ku min wî red kir, peyamên naveroka wan tundîbû ji min re şand. Ewilî li malbata min geriya, pişt re gefa kuştinê l imin xwar. Hin mezinên malbata min pê re axivîn lê belê tacîzên wî dewam kirin. Ji bo dev ji min berde ez çûm cem wî. Êrişî min kir. Cîranan min xelas kir. Ez çûm min giliyê wî kir û îfade da. Lê belê derbarê wî de tu kirarek nehat kirin. Min cara duyem giliyê wî kir. Vê carê sîlehê xist serê min. Tu encam jê derneket. Min cara sêyem giliyê wî kir. Vê carê polîs li hember min xerab tevgeriyan. Henekê xwe bi min kirin. Min cara şaremîn, pêncemîn giliyê wî kir. Lê polîsan derbarê wî de tiştek nekirin. Di gilîkirina çarem de derbarê Mustafa B. de biryara dûrkirinê hat dayîn lê vê biryarê jî binpê kir. Mustafa B. li naverasta kuçeyê êrişî min kir. Min xwest ez xwe biparêz im. Lê kes tiştekî pê nake. Piştî vê êrişê dîsa derbarê wî de biryara dûrkirinê hat derxistin.    ‘DERÎ LI MIN RADA Û ÊRIŞÎ MIN KIR’    Di 6’ê hezîranê de got ‘ez têm ber deriyê te û ez ê te bikujim’. Gef li min xwar. Min ji Sepana Piştevaniya Jinan (KADES) alîkariyê xwest, lê wan jî min arasteyî polîsan kir. Polîsan ji min re got ‘şexs ne li vir e, dema şexs hat li me bigere’. Min got dema şexs min bikuje ez ê li we bigerim? Roja pişt re min giliyê wî kir. Di 14’ê tîrmehê de peyamên bi naveroka gefan ji min re şand. Ez li 155’ê geriyam, min arasteyî qereqola herî nêz kirin. Ez çûm cem polîsan îfadeya min negirtin. Min ji qereqolê paş ve şandin. Min dît ku qereqol tiştekî nake, min xwe gihand xizmek Mustafa B. û ji bo dev ji min berde ez çûm cem wî. Dema ez çûm Mustafa B. li hundir bû. Li dikanê derî li ser min radan. Bi kêrê êrişî min kir. Hewl da destdirêjî min bike. Gefa kuştinê li min xwar. Milê min kişand û tundiyê li min kir. Xelk li ber deriyê dikanê kom bû. Wextê ku derket, xelkê wî lanet kir. Min birin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê min ferq kir ku milê min şikestiye. Pişt re ji bo îfade bidim min birin qereqolê. Li qereqolê polîsan bo min got  ‘dîsa tu yî’. Polîsan min nebir malê. Xwestin ez bi tena serê xwe biçim malê. Min ji wesayîtek bi rê de diçû rica kir û min danî malê.    ‘EZ NAXWAZIM WERIM KUŞTIN’    Şevîn destnîşan kir ku ew bi êrişa zeyendî re rûbirû maye û got: “Ez dixwazim bi rûmeta xwe bijîm, lê destûr nayê dayîn. Daraz bêedalet e. Dixwazim Mustafa B. were girtin. Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, li qereqolan jî bi tundiya derûnî û gotinan re rûbirû dimînin. Zilam li qereqolan serbest tên berdan. Cesaretê ji vê distînin. Herî dawî ez ê werim kuştin, dema ez bimirim ez ê dest bi jiyanê bikim. Dema ez werim kuştinê wê navê min bibîr bînin û derbarê zilam de wê kirar bikin. Ez ê deh rojan di medyayê de cih bigirim, pişt re jî ez ê werim jibîrkirin. Ez xwe bi tenê dibînim. Ez naxwazim werim kuştinê.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol