Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye 2021-07-16 11:14:12 NAVENDA NÛÇEYAN - AA’ya ku nûçeya jê re digot “gorên komî” lê derket holê ku Goristana Avestayê ya aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê û sivîlan e. Cenaze ji goristanê hatin derxistin.  Tirkiyê di bin navê “Tevgera Şaxê Zeytûnê” di 20’ê Çileya 2018’an de êriş bir ser Efrînê û di meha adarê de bajêr ket destê grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve. Tirkiyê Goristana Avestayê xera kir û cenazeyên aydê endamên YPG, YPJ’ê û sivîlan jê derxist. Cenazeyên li goristanê veşartîbûn, di êrişên hewayî yên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Her çiqas Ajansa Anadoluyê (AA) îdia bike ku “gora komî” û lê derket holê ku ev Goristana Avestayê ye û şervan û sivîl li vir hatine veşartin.    AA’yê di nûçeya xwe ya derbarê goristanê de ku di 14’ê tîrmehê de serwîs kir, îdia kir ku “ev kes hatine înfazkirin.”    ŞÊXO: NE GORISTANA KOMÎ YE   Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Em wek Rêxistina Mafê Mirovan dibêjin ev goristan piştî êrişên Tiriyê û çekdarên Sûriyê yên girêdayî yê di sala 2018’an de ji ber ku xelkê nikaribû miriyên xwe li cihekê din veşêrin hat avakirin. Ew ne goristanek komî ye, têde her kes hatiye veşartin.”   NÛÇEYA AA’YÊ HAT DEREWANDIN    Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî duh derbarê goristanê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku cenazeyên li goristanê di êrişên Tirkiyê yên li dijî Efrînê de jiyana xwe ji dest dane, Tirkiye sûcê şer dike û muameleya kiriye dij mirovahî ye û bi vê daxuyaniyê nûçeya AA’yê û daxuyaniya Tirkiyê derewand.    Nayê zanîn ku cenazeyên ji goristanê hatine derxistin birine ku derê.