Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan 2021-07-16 11:33:28 WAN - Li bajarên herêma Serhedê, ji ber lehiya rabû, gelek heywan mirin, mal û axur hilweşiyan.   Duh bi  şev li bajarên herêma Serhedê, taviya bajarê jiyan bi awayekê neyînî bandor kir. Ji ber barana zêde li hin bajaran lehî rabû, gelek pez mirin,  mal û axur hilweşiyan.   WAN   Baranê bandoreke giran li navçeyên Qerqelî, Saray û Elbakê yên Wanê kir. Li gundên Hesentemiran, Memedalan û Astecoyê lehî rabû û 50 heywan mirin. Her wiha zeviyên çandiniyê jî di nava avê de man.   Li navçeya Elbakê gelek xanî û axurên li herêma Albayrakê zerar dîtin. Li herêmê tiştek bi kesî nehat, lê xisareke mezin li zeviyên çandiniyê bû. Li heman herêmê hezaz çêbû û 2 kes di hundirê qemyonekê de asê man û piştre hatin rizgarkirin. Li navçeya Sarayê şivan Alî Ozlu ji ber brûskê birîndar bû.   QERS   Li navçeya Qamuşan a Qersê ji ber baran û zîpikê hin xanî û kargeh di nava avê de man. Bi taybetî li taxên Înonu, Erenler û Cûmhûriyetê lehiyê xisareke mezin kir. Gelek mal hatin valakirin. Li navçeya Qaxizmanê jî lehî rabû. Li gundên Çalli û Qerebaxê xisara madî bû. Jİ ber lehiyê li gundê Çalliyê axurek rûxiya û 5 heywan mirin.   AGIRÎ   Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji ber lehiyê rêya bejahî ya ber bi Îranê ve asê ma. Li gundê Qerebazarê lehî rabû. Xisar li zeviyên çandiniyê bû.