Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin 2021-07-16 12:03:37   RIHA - Emîne Şenyaşar di roja 130’yemîn a “Nobeta Edaletê” de bang kir û got: “Malbata min binax kirin. Qet nebe bila kurê min berdin.”    Emîne û Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) li ber Edliyeya Rihayê di roja 130’yemîn de “Nobeta Edalet” berdewam dike. Malbat wek her rojê vê sibehê jî hat ber Edliyeya Rihayê û nobetê girt.     'ZILMÊ LI ME DIKIN’    Emîne Şenyaşar diyar kir ku tişta ku daraz tîne serê wan zilm e û destûr nehatiye dayîn bi dozger re hevdîtin bikin û wan bernedane avahiya edliyê jî. Şenyaşar bal kişand ser rewşa lawê xwe Fadil Şenyaşar ê di hefsê de û got: “Ez dixwazim lawê min were berdan. Malbata min xistin binê axê. Malbata min tune kirin. Qet nebe bila lawê min berdin. Her tim me binçav dikin û zilmê li me dikin. Lawê min di yek odeyekê de tê ragirtin. Gelo ev edaletek çawa ye? Yên ku malbata min qetil kirin, li derve digerin. Serokkomar jî dizane ku zarokên min sûcek nekirine. Bila ji me re çareseriyek bibînin, em jî biçin mala xwe. Bila qeydên me yên li nexweşxaneyê derxin holê.”    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 130’yemîn de didome.”