Di serdegirtina malê de polisan bi qûntaxa çekê li jina dûcanî dan 2021-07-16 15:54:27   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê, polisan bi serdegirtina malan de bi qûndaxa çekê li jina ducanî Hatîce Baykara dan û bi porê girtin û bi erdê ve kaş kirin. Ji ber vê lêdana polisan baykara bi serê hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.     Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, polisan li gund û û navenda navçeyê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de polisan Aydin Baykara, Saît Tatli û Haci Dervîş Abay bi lêdanê binçav kirin. Polisan, li taxa Tûrgût Ozal a navçeyê bi ser mala Aydin Baykara û birayê wî Omer Baykara de girtin. Di serdegirtinê de polisan derî û camên paceyên mala Omer Baykara şikandin û wisa ketin hundir. Polisan, li hevjîna Baykara Hatîce Baykara ya ducanî dan. Polisan, bi qundaxa çekê li Baykara dan û bi porê girtin û bi erdê ve kaş kirin.    BI QUNDAXÊ LI JINA DUCANÎ DAN   Dayika Omer Baykara Halîme Baykara, bûyerê bi van gotinan vegot: "Li malê bûka min a ducanî û 4 zarokên wê hebûn. Polisan derî û camên malê şikandin. Dengê qêrînê dihat. Min kir û nekir nehiştin ez biçim cem bûk û zarokên xwe. Piştî demekê çûm mala bûka xwe. Li bûka min a ducanî dane û porê wê girtine û bi erdê ve kaş kirine. Polisên ku bi ser mala me de jî girtin çekê kirin serê min. Piştre bangî Aydin, Mehmet Nûrî û Omer Baykara kirin. Min ji wan re got Aydin li odeyê radizê. Aydin û her dû mêvanan li erdê dirêj kirin û pêl pişta wan kirin."   HATÎCE BAYKARA RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ   Halîme Baykara, da zanîn ku Hatîve Baykara bi ambûlansê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê û li vir niha tedawî dibîne.    SERDEGITINA 5'EMÎN   Polisan, li heman taxê bi ser mala Saît Tatli de jî girtin û li wî jî dan. Hat diyarkirin ku polisan destê Tatlî bi pişt ve girê dane û pêl ser pişta wî kirine. Hat hînbûn ku di nav 2 salan ev cara 5'an e polis bi ser mala Tatli de digirin û hin pirtûk û wêneyan desteser kirine. Polisan, gef li dayika Tatli Hatîce Tatli ya 70 salî ku bi kurdî axivî xwarine û jê re gotine "tu nikarî bi kurdî bixivî."