Bêhn li Fatsayê çikandine! 2021-07-17 09:11:01 ORDÛ - Ji Platforma Biratiya Robaran Osman Guvenalp, Fatsa bûye hedefa "cinayetên hawirdorê" û li dijî talankirina xwezayê îşaret bi têkoşîneke kiryarî û hiqûqî kir.  Li herêma Behra Reş, her diçe ekolojî hîn bêtir tê texrîbkirin. Yek ji van deveran jî navçeya Fatsa ya Ordûyê ye. Ji sedî 90'ê Fatsayê wekî qada madenê hatiye diyarkirin. Ji xeynî vê li navçeyê bi siyanurê lêgerîna li zêran tê kirin û qadên daristanî jî bi santralên hîdroelektrîkê û tesîsên dawerivandina çopand tên tunekirin.    Endamê Desteya Rêvebir a Platforma Biratiya Robaran Osman Guvenalp, behsa talana ekolojîk a li navçeyê kir.    HERÊMA HÊLANÊ    Guvenalp, anî ziman ku Fatsa bûye hedefa "cinayetên hawirdorê". Guvenalp, destnîşan kir ku ev yek nayê dîtin û got: "Kengî dest bidin van mirovan û derziya şirinqeyê li wan bikeve, dê wê çaxê biqîrin. Dê wê çaxê fêm bikin. Lê wê çaxê jî heya aqil bê naskirin, dê temen jî xelas bibe. Divê em rêyekê bibînin ji bo pêşîlêgirtina van cinayyetan. Madena li navçeyê 5 sal in dişixule. Niha cardin dixwazin kapasîteyê zêde bikin. Bi vê re li herêmê erdhej û hêlan çêbû. Niha dixwazin tam li orta vê hêlanê hawizên bermayiyan çêbikin."    Guvenalp, destnîşan kir ku li hemberî madenê têdikoşin û ji bo herêm bê vekolandin serî li gelek saziyan dane, lê tenê AFAD'ê bersiva daxwazên wan daye. Guvenalp got: "AFAD, derbarê xetereyan de raporek nivîsî ji Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê re. Xwestin ÇED, bê nirxandin. Ev ji bo me belgeyeke girîng e. Em ê vê belgeyê di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi kar bînin."    QIRKIRINA DARAN    Guvenalp, bibîr xist bi xebatên firehkirina qadê re bi hezaran dar hatine birîn û piştî birînê devereke bêhna xwe lê vedin nemaye. Guvenalp, destnîşan kir ku dê dawiya jiyana li ser esasê peryan giran be û got: "Em dixwazin wekî mirovan bijîn. Dibêjin 'Em ê qada madenê rehabîlîte bikin.' Temenê mirovekî/ê 70 sal e. Darên bi sedan salî hatin birîn. Ma tu mecbûr î li benda mezinbûna dara hatiye çandin bisekinî? Niakrim bisekim, çimkî dê temenê min têr neke. Mafê min ê ku li ber siya wê darê rûnêm asteng dikin. Nahêlin çûk li ser wê darê hêlîna xwe çêbike. Mafê jiyana morî û heywanên din ên di bin wê darê de asteng dikin. Li vir cinayeteke hawirdorê tê kirin. Heger em van cinayetan ji nedîtî ve bên, em ê çaw abitêkoşin?"    AVA VEXWARINÊ QIRÊJ DIBE    Guvenalp got: "Şaredariya Bajarê Mezin a Ordûyê, li herêma Ayazliyê tesîsa çopê çêkir. Gotin 'me ev tesî girt', lê hê jî em qaneh nebûne. Çimkî bi axê ser çopan girtin. Ava çopên di bin axê de, tim diherike Robarê Erîkliyê. Her wiha li heman cihî selexane û axurê heywanan heye. Xwîn û rêxa heywanên li vir rasterast diçe robar. Gemarên tesîsa dawerivandina çopan a li seranserê Robarê Erîkliyê hatiye çêkirin jî diherikin robar. Robar, reş bûye. Bîrên avê hene, ên bi ava robar tije dibin. Ev av, tevî wan bîran dibin. Robar bûye cihoka îdareyê."    Guvenalp, li dijî talankirina xwezayê îşaret bi têkoşîneke kiryarî û hiqûqî kir.    MA/ Tolga Guney