Gumanbarê sereke yê mirina Çakir hat berdan 2021-07-17 09:37:20 ENQERE - Umîtcan Uygun ku di mirina Aleyna Çakir de gumanbarê sereke ye û ji ber bikaranîna tiryakê 6 meh girtîbû, hat berdan.   Umîtcan Uygun yê ku di mirina Aleyna Çakir de gumanbarê sereke ye û piştî dîmenên xwe yên bikaranîna tiryakê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parvekirin, bi sûcdariya “bikaranîna tiryakê û bi awayekê aşkere teşwîqkirina bikaranîna tiryakê” berî 6 mehan hatibû girtin, hat berdan.     Parêzerê Uygun Hayrî Çagatay Cengîz berdana Uygun li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand.