Di ser êrişê re mehek derbas bû, lê hê jî pirs bêbersiv in 2021-07-17 09:53:29 ÎZMÎR - Rexmî ku di ser êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê pêk hat û Denîz Poyraz têde hat qetilkirin re mehek derbas bûye jî hê gelek pirsên derbarê kujer Onûr Gencer de bêbersiv in.    Di ser êrişa ku di 17'ê hezîranê de li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê pêk hat û endama partiyê Denîz Poyraz têde hat qetilkirin re mehek derbas bû. Rexmî ku kujer Onûr Gencer piştî êrişê di nav 24 saetan de hat girtin jî gelek pirsên derbarê wî de hê bêbersiv in. Pirsên ku li bendê ne bên bersivandin wiha ne: "Li Minbicê, têkiliyên Gencer bi kî re hebûn? Rexmî ku weke xebatkarê tenduristiyê çêbû çÎma destûr hatibû dayîn ku bi çekan wêneyên xwe bikişîne? Qeydên HTS'ê yên ku Gencer bi wan re di nav têkiliyê de bûn hatiye xwestiye? Rexmî ku li ser hesabên xwe yên medya sanal wêneyên xwe yên bi çek parve kiribûn çima derbarê wî de lêpirsîn nehatibû destpêkirin? Çima dema ku Gencer ketibû HDP'ê û piştî êrişî li avahiya 8 qat geriyabû mudaxaleyî wî nehatibû kirin? Li polîgona ku diçûyê Gencer bi kî re têkilî danîbû? Gelo polisan li navenda kar a êriş lê pêk hat lêgerîn kirine? Mînaka DNA'ya kêrên ku li ser Gencer derketin hatin girtin? Angaştên îşkenceya li Poyraz hatin lêkolînkirin?"    MA / Berîvan Altan