Ji siyasetmedarên kurd 38 roj in agahî nayê girtin 2021-07-17 10:34:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser ku ji aliyê asayîşa PDK'ê ve li Balefirgeha Hewlerê hatibûn binçavkirin 38 roj in agahî nayê girtin.    Hêzen PDK'ê, di 10'ê hezîranê de Nûnerê PYD'ê yê Hewlerê Mistefa Osman Xelîl û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen û Endamê PYD'ê Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo peşwazîkirina mêvanên xwe çibûn Balefirgeha Hewlerê ya Navneteweyî binçav kiribûn. 38 Roj in bi tu awayî agahî ji Xelîl, Hesen û Mistê nayê girtin. PDK'ê, derbarê binçavkirina her sê siyasetmedaran de PYD'ê û Rêveberiya Xweser agahdar nekiriye.    Rexmî ji bo rewşa siyasetmedaran banga daxuniyê lê tên kirin jî PDK bêdengiya xwe didomîne.