Lêdana jina ducanî ji Soylu pirsî 2021-07-17 10:56:54     ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, lêdana polîsan a li jina ducanî kirin, pirsî.     Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, bûyera jina ducanî Hatîce Baykara ya li navçeya Hezexê ya Şirnexê di serdegirtina  malê de, ji aliyê polîsan ve bi qontaxa çekê hat derbkirin û ji ber lêdana lê hat kirin rakiribûn nexweşxanê bir rojeva Meclîsê. Îmîr, ji bo ku Wezîrê Karên Hûndir suleyman Soylû bi bersivîne, pirsnameyek pêşkêşî Meclîsê kir.    KIRYARÊN DIJ MIROVAHIYÊ   Îmîr di pirsnameya da Meclîsê de wiha got: “Li Şirnexê û navçeyên wê, bi awayekê vedorî her heftê bi ser 3-4 malan de tên girtin. Di serdegirtinan de 4-5 kes tim tên binçavkirin. Derî û pencere tên şikandin û eşyayên welatiyan tên serûbinkirin. Welatiyên tên binçavkirin, di heman demê de tên derbkirin. Mirovên ku delîl û sûcên wan ên tawanê tune bin jî, bi rojan dibin çavan de tên girtin. Di dawiyê de jî hemû tên berdan û piraniya wan jî di danişînên ewil de, beraet dikin. Bi taybetî li Şirnex û navçeyên wê polîtîkayek taybet tê birêve birin û kiryarên dij mirovahî tên kirin. Divê demildest ev kiryar bi dawî bibin.   Îmîr, pirsnameya xwe de ev pirs ji Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû kirin:    “*Li Şirnexê, yên ku dibin navê hêzên ewlehiyê de, avêjin ser malan, gelo bi fermana we tevdigerin? Agahiya we ji vê heye? Ger agahiya we ji vê yekê tune be, wê demê ev hêza xwe kî digirin? Derbarê van pêkanînên dij mirovahî de, we dest bi lêpirsînê kiriye yan na?    *Serokkomar, di 2’yê Adarê de, di aşkere kirina Plana Çalakî ya Mafê Mirovan de, gotibû ‘Êdî, di nîvê şevê de wê tu kes neyê binçavkirin. Dema binçavkirina nîvê şevê qediya.’ Ev gotina serokkomar gelo ji bo Şirnexê ne derbas dare?   *Polîs, ligel ku kesê lêgerîna wî hebû ne li malê bû jî, jina ducanî ya li malê Hatîce Baykara derb dikin û lêdixin. Gelo hûnê derbarê polîsên jina ducanî derb kirin de, dest bi lêpirsînê bikin?”