Polîsan rapora lêdanê ya jina ducanî desteser kir 2021-07-17 12:28:17 ŞIRNEX - Hat zanîn ku rewşa Hatîce Baykara ya ducanî ku 8 mehî ye di encama tundiya polîsan lê kiribû de rakirine nexweşxaneyê û pitik krîtîk e. Polîsan rapora nexweşxaneyê ya lêdanê jî desteser kir. Li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexa Şirnexê duh polîsan bi ser mala Hatîce Baykara ya ducanî ku 8 mehî ne de girtibû û lêdabûn. Polîsan bi qûndaxa tifingê li Baykara da û bi porê wê girtin û bi erdê re kaş kiribûn.    Baykara ji ber îşkenceya polîsan ji ser hişê xwe çû û xizmên wê ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Baykara hêj li nexweşxaneyê tê ragirtin û doktoran da zanîn ku rewşa pitik jî krîtîk e. Hat zanîn ku herî kêm divê Baykara rojek din jî li nexweşxaneyê were ragirtin.    RAPOR HAT DESTESERKIRIN    Halîme Baykara destnîşan kir ku rewşa tenduristiya bûka wê Hatîce Baykara û pitik ne baş e û got: “Doktoran got rewşa pitik ne baş e.” Halîme Baykara anî ziman ku êşên bûka wê hene û polîsan dest daniye ser rapora lêdanê ku nexweşxaneyê daye wan û got: “Polîsan ji me re got heke hevjînê wê were em ê raporê nedin we."