Denîz Poyraz bi bîr anî: Em ê serhildana xwe mezin bikin 2021-07-17 13:18:55   ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya Enqerê Perîhan Pakîze di bîranîna ji bo Denîz Poyraz hat lidarxistin de axivî û got: “Li dijî komkujiyan emê serhildana xwe mezin bikin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê, Denîz Poyraz di meha yekem a qetilkirina wê de bi bîr anî. Bîranîn li avahiya partiyê hat lidarxistin. Li ber wêneyê Poyraz a li ser “Denîz Poyraz bê mirine” hatibû nivîsandin gul û beybûn hatin danîn. Di heman demê de, li salona di avahiya Rêxistina Bajêr de, navê “Salona Civînê ya Denîz Poyraz” hat kirin. Di bîranînê de, strana Kazim Koyûncû “Va ye ez diçim” (Îşte gidiyorum) a ku Poyroz jê hez dikir, hat lêxistin. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Enqerê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû û Vezîr Coşkûn Parlak di bîranînê de axivîn.    ‘EM Ê BIBIN DENÎZ’   Sînemîllîoglû, di axaftina kir de wiha got: “Hêrsa me wê tu carî bi dawî nebe. Kuştina me ne rizgarî ye. Bi înat emê bibin Sakîne, Delal, Rahşan, Denîz û em ê serhildana xwe mezin bikin.”    Parlak jî, diyar kir ku divê bûyerên tên jiyîn neyin ji bîr kirin û ewê her tim bûyera bi serê Denîz hat di hiş û bîra xwe bigirin.    HELBESTA JI BO POYRAZ   Endama Meclîsa Jinan a Enqerê Fîlîz Yabasûn jî jiyana Poyroz vegot. Dûre Rêvebera HDP’ê ya Bajêr Yeter Çevîk, helbesta ji bo Poyraz nivîsandibû xwend. Piştî ku kursiyê serbest hat avakirin, bîranîn bi dawî bû.