‘Daxwaza aştiyê di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye’ 2021-07-17 14:04:08   MÊRDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya ku desthilatdarî bi rêve dibe, nayê qebûl kirin û got: “Daxwaza aştî û demokrasiyê ya Kurdan, di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan dewam dike de, daxuyanî da çapemeniyê. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamentera bajêr Pero Dundar û gelek keşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Em ê Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin" hat vekirin.   Ebrû Gunay di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em tevgereke gel a mezinin. Îro ji bo ku em bibin dengê çalakgerên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de, li vir kom bûne. Ev greva birçîbûnê, ji 200 rojî zêdetire, dewam dike. Ewil weke 5 rojan hat destpêkirin, niha jî veguheriya 15 rojan. Ji roja ewil ve em desthilatdariyê û Wezareta Dadê hişyar dikin. Polîtîkayên tecrîdê yên ku hûn bi rêve dibin, nayê qebûl kirin.”   ‘XWEDÎ DAXWAZÊN GIRTIYAN DERDIKEVIN’   Gunay wiha dewam kir: “Sedemeke girîng a tecrîdê heye. Ji bo ku dengê Birêz Ocalan qût bikin, vê tecrîdê bi rêve dibin. Ji Mêrdînê em cardin dibêjin. Daxwaza aştiyê ya Birêz Ocalan, daxwaza aştiyê ya hemû gelê Kurde. Daxwaza aştî û demokrasiyê ya Kurdan, di asta ku sînorê tecrîdê derbas bike de ye. Em dixwazin demildest ev daxwaz bên qebûlkirin tecrîda li Gireva Îmraliyê tavilê bi dawî bibe.”   Daxuyanî piştî axaftinê bi lêxistina çepikan, berzkirina tilîlî û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.