Xwestin kiryarên Aydin werin darizandin 2021-07-17 14:31:29   ÊLIH - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, xwestin kiryarên Vedat Aydin ê di sala 1991’an de, piştî ku hatibû binçavkirin, cenazeyê wî hat din werin darizandin.   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê, çalakiya xwe ya hefteya 486’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li avahiya  xwe li dar xist. Xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windahiyên xwe hilgirtin. Endama Şaxa ÎHD’ê Gulbahar Kaya, di çalakiyê de axivî û xwest kiryarên Vedat Aydin ê  di 5’ê Tîrmeha 1991’an de hat binçavkirin û piştî 2 rojan cenazeyê wî dibin pireke li navçeya Maden a Xarpetê hatibû dîtin, bên darizandin.   Kaya, dest nîşan kir ku heya edalet bê bicihanîn ewê têkoşîna xwe dewam bikin.