Ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî banga berdanê kirin 2021-07-17 15:33:32   STENBOL - Di çalakiya "Rûniştina F" de ji bo girtiyê nexweş ê 95 salî Dûran Razmik ku bi kursiyê bitekerlek jiyana xwe didomîne banga berdanê kirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe di hefteya 486'emîn de ji ber vîrûsa koronayê li ser medya sanal li dar xist. Komîsyonê di rûniştinê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 95 salî Dûran Razmik ku li Girtîgeha Tîpa M a Maltepeyê dimîne.   Di rûniştinê de Seroka Şaxa Komeleya ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku Saziya Tipa Edlî (ATK) li dijî girtiyên nexweş raporan amade dike û wiha got: "ATK bi awayekî micid gef e li ser mafê jiyanê. Razmik ji sala 2014'an ve felcî ye û bi kursiyê bitekerlek dijî. Nexweşiyên wî yên mîna dil, diyabet, tîroîd û astimê hene û dest û piyên wî dişemirin. Nikare bi tena serê xwe pêwîstiyên xwe bibîne. Rexmî vê jî di girtîgehê de dimîne."   Yolerî, di dawiya axaftina xwe de daxwaza kir ku Razmik û hemû girtiyên nexweş bên berdan.