ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-18 09:00:19   * Hevserokê PYD'ê Enver Muslîm got: "Rêveberiya Xweser, tekane deriyê xelasiya gelên Sûriyeyê ye. Divê hêzên navneteweyî Rêveberiya Xweser bipejirînin."    * Şahidê Komkujiya Pirsûsê Parêzer Serdil Îzol, anî ziman ku tê xwestin dosye bi bersûcekî tenê bê girtin.    * Hilberînerên mişmişên organîk, anîn ziman ku ji ber ku karekî zehmet e di demên dawî de gelek mişmişan bi dermanan hişk dikin û xwest her kes mişmişên organîk tercîh bike.   * Dadgeha herêmî daxwaza ji bo redkirina rapora ÇED'ê ya derbarê HES'a ku tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin, red kiribû. Şûraya Dewletê, biryara dadgeha herêmî qebûl nekir û ji ber vê dadgeha herêmî biryar da ku rapora ÇED'ê bê betalkirin.    * Malbata Şenyaşar wê di roja 132'yemîn de çalakiya "Nobeta Edaletê" berdewam bike.