6 sal in Komkujiya Pirsûsê nehatiye zelalkirin 2021-07-18 09:00:33 RIHA - Şahidê Komkujiya Pirsûsê Parêzer Serdil Îzol, anî ziman ku tê xwestin dosye bi bersûcekî tenê bê girtin.  Piştî ku DAIŞ'ê li Kobanê têk şikiya, li gelek deverên Tirkiyeyê dest bi êrişên xwekujiyê kiribû. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên ku xwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, li Pirsûsê hedef hatibûn girtin û 33 mirovan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji çar hawirdorên Tirkiyeyê gelek kes ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin, berê xwe dabûn navçeya Pirsûs a Rihayê. Ev kes berî ku ber bi Kobanê ve biçin, li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bûbûn. Piştî demekê di nav van kesan de bombeyek teqiyabû.    Xwekuj Şeyh Abdûrrahman Alagoz, 33 kes kuştibûn û di ser 100 re jî mirov birîndar kiribûn. Birayê wî Yûnûs Emre Alagoz jî, paşê bûbû kujerê Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê.    Çendî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî, tenê bersûc Yakûp Şahîn tê darizandin. Heya niha 19 danişîn hatine lidarxistin û di danişîna dawî de dozger mutalaaya xwe aşkere kiribû û xwestibû li bersûc 37 caran cezayê muebeda giran bê birîn. Bersûc Şahîn jî di parastina xwe de derpêş kiribû ku wekî "qurban" hatiye bijartin.    Ji parêzerên doza Pirsûsê Serdizl Îzol, pêvajoya darizandinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.    DAXWAZ TIM HATIN REDKIRIN    Îzol, anî ziman ku hem şahidê dosyeya dozê hem jî parêzerê wê ye, di lêpirsînê de tiştekî pir berbiçav nehatiyye kirin, daxwazên wan tim hatine redkirin, delîlên nû bi dest nektine û delîlên daxilî nav dosyeyê hatine kirin jî bi tu awayî nehatine vekolandin. Îzol, bilêv kir ku daxwaza wan a ji bo bersûcê doseyê Yakûp Şahîn ê girtî bê danişînê jî di hemû danişînana de hatiye redkirin.    Parêzer Îzol, diyar kir ku delîlên di dosyeyê de aşkere ne lê belê çi di dema lêpirsînê de çi jî di dema dadgehê de beyaneke bersûcên firar Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî û bersûc Şahîn ên derbarê teqînê de tune ne. Îzol, di danişîna dawî de ji dadgehê xwestine ew bi xwe lêkolîn bikin û delîlan berpêş bikin, lê belê dadgehê daxwazên wan ên di vî warî de jî qebûl nekirine.   Îzol, destnîşan kir ku tê xwestin darizandin tenê bi bersûcê girtî û du bersûcên firarî bê domandin.    HÊZÊN TAYBET ÊN NAXWAZIN DOSYE AŞKERE BIBE!    Parêzer Îzol got: "Ên di dema lêpirsînê de biryara veşarî dan, ên ragihandin ku 5 saet dîmenên di dosyeyê de winda ne û yên Abdûllah Omr Aslan ku beriya bûyerê û piştî bûyerê dîmen girtibûn berdan û naxwazin bi tu awayî delîlên dosyeyê bên nîqaşkirin, naxwazin dosye aşkere bibin. Ev hêzên taybet in."    Parêzer Îzol, li ser Abdûllah Omer Aslan jî sekinî ku piştî teqînê ji aliyê gel ve hatibû zevtkirin û radestî polîsan hatibû kirin û nehatibû aşkerekirin ku ji bo çi Aslan li wir e.    Îzol, bibîr xist ku ji bo ev kes neyê lînçkirin polîsan riya wî qusandine û ew ji cihê bûyerê bi dûr xistine. Îzol, anî ziman ku tişta ecêb jî piştî îfadeyê ev kes demildest hat berdan. Îzol got: "Ma qey polîs meqameke wisa ne ku zûzûka bêtawaniya vî kesî tespît dikin û wî berdidin? Tişta ku divê bê nîqaşkirin ev e. Li gor çi îfadeya wî girtin û çawa pê amin bûn û ew berdan? Ji ber ku derbarê dosyeyê de biryara veşarî hebû, piştî îdianame hat amadekirin em pê hesian ku derbarê vî kesî de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Me îtiraz kir, lê îtiraza me hat redkirin. Bi vî awayî ev kes ji weziyeta gumanbariyê hat derxistin."    Îzol, diyar kir ku xwestine Aslan wekî şahidê bê guhdarîkirin, lê belê Aslan di beyanên xwe de negotiye ji bo çi hatiye Pirsûsê û hatiye cem kê.    Îzol, bilêv kir ku Aslan derpêş kiriye ku bi navnîqasyonê hatiye pirsûsê, lê negotiye ji bo çi li wir dîmen girtine. Aslan got: "Dadgehê giliyê wî kir. Lê li gel hemû beyanên wî yên li hev derneketin û li gel ku di çenteyê wî de alaya DAIŞ'ê hat dîtin jî, cardin derbarê wî de biryara neşopandinê hat dayîn. Me îtiraz kir, lê encam li holê ye. Em dibînin ku derbarê vî kesî de tu tişt nehatiye kirin.    Bersûc dibêje tu eleqeya wî bi komkujiya Pirsûsê re tune ye. Dibêje li gor peymana ku li midûriyeta polîsan kiriye îfadeyek wiha daye. Beyanên xwe yên di dosyeya Pirsûsê de hemûyan înkar dike. Her wiha delîlek nayê berpêşkirin ku ev beyan bi çi awayî dane. Çima îfadeyek wisa daye, wî û kê li hev kiriye û bi çi şertî kiriye? Van tiştan nabêje. Mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tîne. Gava diaxife gefan li malbatan û parêzeran dixwe. Dibêje wekî qurban hatiye bijartin. Lê beyaneke ku dosyeyê zelal bike nabêje. Di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê de heye, lê xwe wekî mexdûran dide der û dixwaze xwe ji vê dosyeyê xelas bike. Ji bo dosyeyê pêwendiyên din nehatine tespîtkirin. Ev dosye, bes divê di ser Şahîn re neyê birêvebirin."    DIVÊ DAVÛTOGLÛ BÊ GUHDARÎKIRIN    Îzol, bilêv kir ku heger dosye li gel ev qas kêmasiyan bi dawî bibe, dê wijdanê raya giştî nerihet bibe û got: "Çimkî d hundirê dosyeyê de du bersûcên firar hene. Belgeyên derbarê Komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê de hene. Heya ev nakokî neyên çareserkirin, divê biryar neyê dayîn. Biryar bê dayîn dê edalet pêk neyê. Her wiha bi SEGBÎS'Ê beşdarbûyîna bersûc Şahîn nayê qebûlkirin. Pêşî divê ev bên çareserkirin. Heger biryarekê bê dayîn, divê birareke wijdanî û hiqûqî bê dayîn. Di vê dosyeyê de daxuyaniyên serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû hene. Ev daxuyanî, daxuyaniyeke ku komkujia Pirsûsê zelal bikin. Em xwest wekî şahid bê guhdarîkirin. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Niha delîla herî berbiçav daxuyaniyên wî ne. Daxwaza me ya ji bo guhdarîkirina Davûtoglû tim hat redkirin."    ‘EM ŞOPDARÊ WÊ NE'    Parêzer Îzol, herî dawî bal kişand ser nedaxilbûna Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Dadê ya nav dosyeyê jî. Îzol got: "33 welatiyên we hati kuştin, lê hûn daxilî nav dosyeyê nabin. Ma qey di vir de zirareke manewî ya raya giştî tune ye? Divê şopdarê ewil ê vê dosyeyê wezaretbûna. Dixwazin bi bersûcekî girtî û du bersûcên firarî dosyeyê bigirin. EV ne biryareke adil e. Em hewil didin pêşî li ber vê bigirin. Di vê dosyeyê de biryara darizandina adil tê binpêkirin. Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin û em ê heya dawiyê şopdarê vê dosyeyê bin."    MA / Bariş Polat