Muslîm behsa Şoreşa Rojavayê kir: Divê Rêveberiya Xweser bê pejirandin 2021-07-18 09:01:06   KOBANÊ - Hevserokê PYD'ê Enver Muslîm got: "Rêveberiya Xweser, tekane deriyê xelasiya gelên Sûriyeyê ye. Divê hêzên navneteweyî Rêveberiya Xweser bipejirînin."    Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011'an de dest pê kir û heya niha bi destên taşeronan û hêzên serdest didome, 10 sal li dû xwe hiştin. Di vî şerê navxweyî de kurdan ne serweriya DYA'yê, dewletên Ewropayê ne jî hêzên paramîlîter ên ststukoparêz ên herêmê ne jî serweriya rejîma Esad a di bin nîrê Rûsyayê de qebûl kirin. Kurdan, di vî şerî de da ser 'Rêya Sisêyan'. Kurdan di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobaniyê kanton îlan kir û xeta "Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser" esas girtin. Piştî Kobaniyê, li Efrîn û Qamişloyê jî kanton îlan kirin.    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enver Muslîm, bi boneya 9'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa welidandina şoreşê û rewşa wê ya niha kir.    ŞOREŞA GELAN    Muslîm, anî ziman ku şoreşê rêyyeke nû derxistiye holê.    Muslîm, bilêv kir ku pergala Sûriyeyê ya wê demê, pergaleke yekrengî û yekalî bûye û got: "Lê belê Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bû şoreşek li ser asasê vîna gel. Li Sûriyeyê pirsgirêkine pir mezin hebûn. Lê belê rejîma BAAS'ê nikaribû van pirsgirêkan çareser bike. Gelê Sûriyeyê bi hemû rengên xwe; kurd, ereb, suryanî, ermenî û tirkmen, hemû di bin zext û zoriyên rejîma BAAS'ê de bûn. Ereb jî tahdeyek pir mezin dîtin, lê belê Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bû şoreşa gelan."    PERGALÊN XITIMANÎ Û ŞERÊ WAN ÊN LI HEMBERÎ ŞOREŞÊ    Muslîm, destnîşan kir ku ji ber ku şoreşê hemû rengên Rojhilata Navîn di bin sîwanekê de anîne cem hev du, pergalên xitimandî li hemberî vê şoreşê dest bi şer kirine û got: "Dewletên herêmî bi feraseteke navendî û netewperest li ber vê rabûn. Ew reş kirin û neheqiyeke pir mezin lê kirin. Gotin, 'Ev şoreş tenê berjewendiyên gelekî diparêze, berjewendiyên hin kesan diparêze.' LI gel hemû kampanyayên wan ên reşkirinê jî, rastî derket holê. Hemû gel bi pergaleke nenavendî li hev kom bûn. Cara ewil bû ku gelan xwe di nav pergaleke wiha de didîtin. Ziman û bawerî hatin parastin. Ji bo pêşeroja xwe pergala xwe ava kirin. Li cem vê Rêveberiya Xweser jî hat avakirin. Gelên qedîm ên Rojhilata Navîn cara ewil bû ku pergaleke wiha ava kirin."    BAYÊ ŞOREŞÊ    Muslîm, bilêv kir ku bi şoreşê re jiyaneke nû derketiye holê ku xizmeta gel bike û bi vê jiyanê re hatiye îspatkirin ku bê nirxên çandî û şareistanî çawa tên parastin.    Muslîm got: "Ji ber vê êrîş jî dest pê kirin. DAIŞ'ê piştî Şengalê, berê xwe da Kobanê. Gelên herêmê ev yek ferq kirin û dest bi parastinê kirin. Tevî revahiya Rojhilata Navîn, gelê me yê bakur, demokratên Tirkiyeyê berê xwe dan Kobanê. Bi feraseta dijminê şoreşê nêzî DAIŞ'ê bûn û her kes bû yek. DAIŞ, pergaleke ku hemû sûcên li hemberî mirovahiyê dike. Her wiha ji Başûr û Rojhilatê û ji gelek deverên cîhanê mirov hatin Kobanê di nav xeta parastinê ya şoreşê de cih girtin. Cîhanê ev yek dît û hatin cem me. Ev, encamên şoreşa 19'ê Tîrmehê ne. Paşê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat avakirin. Gelê Sûriyeyê hemû di nav QSD'ê de cih girt. Me di vî şerî de nêzî 11 hezar can dan. Di nav wan de şervanên hemû gelan û bîr û baweriyan hene. Ev jî nîşan dide ku Şoreşa Rojavayê hîmeke têkûz daniye. Şoreşê, nehişt dewlet dest bavêjin gelan. Li hemberû tunekirina civakî, aborî û çandî li ber xwe da. Ev bandorên şoreşê hîn jî wekî ba hêl dibin."    Muslîm, destnîşan kir ku ev pergala ku bi şoreşê ava kirine, divê ji aliyê hemû hêzên navneteweyî ve bê pejirandin û got: "Ji sala 1963'yan heya 2011'an rêvebiriya rejîma BAAS'ê hebû. Paşê şoreşa gelan çêbû. Qaşo hêzên 'muxalif' ku gotin dê li hemberî rejîma Sûriyeyê şer bikin jî, ne kêmî rejîma Sûriyeyê bûn. Qaşo, dê li hemberî wan şer bikirana, lê ji wan zalimtir tevgeriyan. ŞOreşa Sûriyeyê ya bi dirûşmeyên azadî, edalet û wekheviyê dest pê kir, niha hêzên paramîlîter dişîne Azerbêcanî Lîbya û gelek deverên din. Dewletên herêmê jî yên gotin dê gelê Sûriyeyê ji zilmê xelas bikin, ji bo berjewendiyên xwe daxilî nav şer bûn. Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Li vir jî dixwazin selteneta xwe ava bikin. Diçin kesan ji Ozbekîstan, Tirkmenîstan û Tacikîstanê tînin û li vir bi cih dikin."    Hevserokê PYD'ê Muslîm, li ser encamên Şoreşa 19'ê Tîrmehê jî sekinî.    Muslîm, bilêv kir ku Rêvebiriya Xweser hêza xwe ya parastinê QSD'ê ava kiriye û gel her duyan jî qebûl dike. Muslîm, destnîşan kir ku armanca projeya 'Sûriyeya Demokratîk' ew e ku gelên Sûriyeyê yên ji bêgavî terka warên xwe kirine bîne warên wan û daxilî nav jiyana azad a hevapar bike.    ‘DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER BÊ PEJIRANDIN'    Muslîm, hêzên navneteweyî yên Rêveberiya Xweser ji nedîtî ve tên rexne kir. Muslîm, destnîşan kir ku hê jî bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne û divê Rêveberia Xweser daxilî nav hemû platformên derbarê Sûriyeyê de bibe û got: "Tirkiye, naxwaze li Rojhilata Navîn atmosfereke aştiyane û aram çêbibe. Dijberî destkeftiyên gelên Sûriyeyê tevdigere. Ew bi xwe piştgiriya DAIŞ'ê û komên din ên tundraw dike. Lewma tekane deriyê xelasiyê yê gelên Sûriyeyê pejirandina Rêveberiya Xweser e û divê helwestên di vî warî de zelal bibin."    MA / Nazim Daştan