Dede: Em ê bikin ku parastina me doza girtina HDP’ê pûç bike 2021-07-18 09:53:08   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede diyar kir ku ew ê bi parastina amade bikin dê li Tirkiyê rûpela girtina partiyên siyasî bigirin û got: “Em ê bi belgeyan û îstatîstîkan dîrokê binivisînin.”    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de biryara girtinê derxist û îdianameya girtinê di 19’ê hezîranê de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hat qebûlkirin. HDP wê di nava 60 rojan de li dijî îdianameyê parastina xwe amade bike û divê heta 7’ê îlonê radestî AYM’ê bike. HDP dest bi amadekariyên parastina li dijî îdianameyê kiriye.    Nêzîkî grûpek ji 80 kesan pêk tê xebatên amadekariya parastina HDP’ê bi rê ve dibe. Wê ji akademîsyen, hiqûqzan, rêxistinên civakî yên sivîl di asta netewî û navnetewî de jî nêrîn û pêşniyazên wan werin girtin û wisa îdianame were amadekirin.    BERDEWAMA ÎDIANAMEYA DIN E    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede ku ji Mafê Mirovan û Hiqûqê Bepirsiyar e diyar kir ku ew bênavber amadekariyên parastina li dijî doza HDP’ê dikin. Dede anî ziman ku ew di vê pêvajoyê de bi gelek rêxistinên hiqûq û akademîsyenan re di nava hevdîtnan de bûne û got: “Îdianameya li dijî partiya me hatiye amadekirin, viqûqvala ye. Îdianameyek bêbingeh e. Ev îdianameya niha amade bûye, berdewama îdianameya ku AYM’ê li dozgeriyê vegerandibû ye. Çi di hundirê wê îdianemeyê de hebû, heman tişt di hundirê vê îdianameyê de ye jî.”    RAGEŞIYA AYM’Ê Û DADGEHA BILIND    Dede da zanîn ku ew li dijî biryara AYM’ê ku doznameyê qebûl kiriye metel mane û AYM’ê zû biryara qebûlkirina doznameyê daye. Dede anî ziman ku qebûlkirina doznameyê dide xuyakirin ku di navbera AYM’ê û Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de rageşiyek derketiye û dawiya dawî qebûlkirina doznameyê nayê wateya girtina HDP’ê. Dede destnîşan kir ku doz wê ji aliyê AYM’ê ve were redkirin û îdinameya bi hiqûqî hatiye amadekirin wê partiya wan neyê girtin.    ‘EM Ê BIKIN KU PARASTINA ME DOZÊ PÛÇ BIKE’    Dede got ew bi berfirehî li ser amadekirina parastina li dijî îdianameyê dixebitin û bi gelek sazî û dezgehên hiqûqî û kesayetan re di pewyendiyê de ne û xwe ji bo dozê amade dikin. Dede destnîşan kir ku amadekariya wan a wisa berfireh li dijî doza girtinê nayê wê maneyê ku îdianame xurt hatiye amadekirin, armanca wan ew e ku di dîroka Tirkiyê de êdî rûpela girtina partiyan ji holê rakin û got: “Li dijî vê îdianameyê parêzerek tenê jî dikare parastinê amade bike. Pêwîstî bi hêzek wiha xurt jî nîne. Lê belê ev doz hem ji bo me hem jî ji bo Tirkiyê dozek dîrokî ye. Lewma divê em parastinek xurt amade bikin û dozê pûç bike. Ev jî deynê di stûyê me de ye. Wê bibe belgeyek dîrokî. Em hewl didin ku girtina partiyên siyasî li Tirkiyê bişînin ser sergoyan.”    MA / Bêrîvan Altan