Şêxo: Tirkiye hewl dide sûcên xwe veşêre 2021-07-18 10:25:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Tirkiye û grûpên girêdayê wê hewl didin rastiyan berovajî bikin û şopên sûcên xwe veşêrin.    Beriya çend rojan ajansên medya Tirkiyê û grûplên wê îdiayeke belav kirin ku goreke komî li navenda bajarê Efrînê hatiye dîtin. Gora komî ya ku Tirkiye behs dike goristaneke ku cenazeyên şervanên YPG, YPJ'ê û sivîlên ku di êrişên Tirkiyê û grûpên wê de jiyana xwe ji dest dane hene.   Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê 16'ê vê mehê bi daxuyaniyekê ragihand ku cezaneyên zarokên wan ên ku parastina Efrînê ji êrişan kirine, di vê goristanê de hatin veşartin. Meclisê diyar kir ku di wê demê de êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê zêde bûn, ji ber vê yekê nedikarîn cangoriyên xwe li goristanên şehîdan veşêrin, ji lew re neçar man ku li qada piş Nexweşxaneya Efrînê veşêrin.   Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û piştrast kir ku armanca Tirkiyê û çeteyên wê ji vekirina goristanê ew e ku şopa sûcên xwe veşêrin û YPG û YPJ'ê bi komkujiya komî tawanbar bike.   'DI KOMKUJIYÊN TIRKIYÊ DE ŞEHÎD BÛN'    Şêxo wiha got: "Dema me mijar şopand, aliyên berpirsên veşartina şehîdan ên li nexweşxaneya Avrîn û rêxistina Heyva Sor a Kurd ji me re piştrast kir ku bi zêdebûna asta topbarana bêserûber a li dijî navenda kantona Efrînê ew neçar man ku kesên di komkujiyan de şehîd bûn, jê komkujiya Mehmûdiyê li ser du beşan li qada li başûrê nexweşxaneyê veşêrin, cara yekemîn 35 şehîd bûn û ya duyemîn jî 43 bûn."   Şêxo kirinên berê yên dewleta Tirk bi bîr xist û got: "Ev ne cara yekemîn e ku Tirkiyê û çeteyên wê êrişî goristanan dikin, goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya Şera û goristana Şehîd Seydo ya li çiyayê Qazqilê yê Cindirêsê şahidên hovîtiya dagirkeran in ku goristan veguherand bazara pez û baregeheke leşkerî yên dagirkirinê."   BANGA SEKINANINDA SÛC    Şêxo di dawiyê de destnîşan kir ku di vê goristanê de cenazeyên zarokên Efrînê hene, lew re divê tevahiya rêxistinên herêmê û navneteweyî çi yên hiqûqnas bin û çi jî yên mirovî bin yekser tevbigerin û li dijî sûcên Tirkiye dike û bêhurmetiya li hemberî goristanan dike bisekinin.