Li Amedê seferberiya derzîkirinê 2021-07-18 11:24:29   AMED – Rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan li Amedê ji bo seferberiya derzîkirina koronayê bang li xelkê kirin.    Rêxistinên kar, sendîkayan, odeyan û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê ji bo derzîkirina koronayê li hev diviyan û banga “divê em derzîkirinê zêde bikin” kirin. Rêveber û serokên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Borsaya Bazirganiyê, Yekîtiya Odeyên Ensaf û Sinetkaran, Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê, DOSÎAD, Sîteyên Pîşesaziyê yên Biçûk, Sîteya Pîşesaziya Karên Metal, Sîteya Tomerfiroşî ya Zexîreyan, Sîteya Marangozan, TURK-ÎŞ, KESK, DÎSK û nûnerên xizmeta hilberînê beşdarî civînê bûn. Di civînê de nîqaşa derzîkirina personelên kargehan hat kirin. Di civînê de ji bo xebata derzîkirinê biryara hevkartiyê û seferberiya derzîkirinê hat girtin.