Qeyûm ji bo danasîna filmê sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir 2021-07-18 15:03:51 AMED - Qeyûmê Şaredariya Amedê ku Waliyê Amedê ye Munîr Karaloglû ji bo filmê danasîna sûrên Amedê 400 hezar lîre xerc kir.  Hevşaredarê Bajarê Amedê ê Amedê Selçûk Mizrakli di 19’ê Tebaxa 2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm danî şûna wî. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di heman demê de Waliyê Amedê Munîr Karaloglû ji bo danasîna filmên sûrên Amedê 400 hezar lîre bi qaydeyê bazariyê bi şirketekê re li hev kir. Du fîrma beşdarî îhaleyê bûn. Îhale di 16’ê hezîranê de pêk hat. Şaredariyê îhaleyê da Şirketa Lîmîted a Filmcode Yapimê û di 6’ê tîrmehê de peyman îmze kirin.   MIZRAKLI BERTEK NÎŞAN DA     Hevşaredar Selçûk Mizrakli yê girtî li ser hesabê xwe yê Twitterê îhaleya hatiye kirin belav kir û got: “Qeyûm bi şanaziyê pêşkêş dike; Bi çavkaniyên Şaredariya Amedê filmê danasînê ku dikarin bi maliyetek sifir amade bikin, lê qeyûm radibe 400 hezar lîre li serê xerc dike û ev yek dide nîşandan ku filme têkçûna qaseya şaredariyê nîşan didin.”