Polîsan êrişî bîranîna Pirsûsê kirin: 19 binçavkirin 2021-07-18 19:53:26 EDENE - Polîsan êrişî çalakiya bîranîna kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan a li Parka Înonu hat lidarxistin kirin û 19 ciwan bi lêdanê binçav kirin.      Ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, li Parka Înonu ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê, bi pêşengtiya ciwanan çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de, pankarta “Wê xewn û şerên kesên ku me winda kirin, dê di nivî de nemînin” hat vekirin. Wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilbirtin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Edenê Kemal Pekoz, Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş û endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) beşdarî bîranînê bûn. Canser Dayanir li ser navê ciwanan daxuyanî da. Dayanir, kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî û diyar kir ku berpirsiyar desthilatdariya AKP’ê ye.    Ciwanan piştî daxuyaniyê, xwestin ji Parka Înonu heya Parka Rêwîtiyên Xewnan (Parka Peykerê” bi meşin. Polîsan ji bo meşê destûr nedan û êrişî ciwanên xistibûn dorpêçê de kirin. Polîsan di êrişî de li ciwanan xistin. Hevserokê HDP’ê y ê Edenê Mehmet Karakiş li dijî vê rewşê derket. Lê polîsan ew ji qadê dûr xistin.   Di dema êrişa polîsan de, 19 ciwan bi lêdanê hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Edenê. Navê ciwanên hatin binçavkirin wiha ne: Ayşe Bezegîş, Elîf Kesen, Onur Yoldaş Mete, Cîhan Azîzoglu, Mutlu Ozşîmşek, Alî Baskin, Huseyîn Para, Canser Dayanîr, Serhat Yaman, Recep Koltuk, Ulaş Can Taylan Arguç, Bariş Bozkurt, Huseyîn Emun, Recep Korluk, Berk Alici, Selahattîn Burnaz, Bulent Sunar, Esat Kaya û Yalçin Emun.