'Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar dewlet e’ 2021-07-19 09:01:56 STENBOL - Yasîn Can ê di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bibû, diyar kir ku pir dereng mudaxileyî birîndaran hat kirin, mirin pir zêde bûn û got: “Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar wê dewlet be.”  Ciwanên ji bo biçin bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştevaniya zarokên wir bikin bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), hatin navçeya Pirsûs a Rihayê. Ciwan di 20'ê Tîrmeha 2015'an de, li Navenda Çandê ya Amarayê rastî êrişeke xwekujî ya DAIŞ'ê hatin û di êrişê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û 104 kes birîndar bûn. Bi cih ne anîn edaletê ya têkildarî komkujiyê, êşê nû dihêle. Yasîn Can ê yek ji 104 kesên ku di komkujiyê de birîndar bûn, diyar kir ku heta  edalet pêk were, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   KELEHA RÛMETA MIROVAHIYÊ   Can, da zanîn ku wan sedama xwe ya çûna Pirsûsê bi awayekê zelal li ser medya dijîtal û li kolanan bi bangan aşkere kirin û wiha axivî: “Agahiya sazî û dezgên dewletê ji vê hevdîtina me hebû. Gelo em çima çûn wê derê? Li wê derê şerêkê qirêk dihat birêve birin. Li wê derê DAIŞ’ê û yên pê re tevdigeriyan, zirarek mezin dabûn jiyîn. Bi hezaran jin, zarok û ciwan qetil kiribûn. Lê kesên li wê derê tevî hemû tifaqên qirêj jî bi ser ketibûn. Kobanê, ku em dikarin wekî keleha rûmetê ya herî dawî ya mirovahiyê ya ji bo cîhanê pênase bikin, serkeftin bi dest xistibû. Ev li ber çavên me bû. Min jî weke ciwanek Kurd û mirovekî li hemberî tiştên li Kobanê qewimîn nekarî bêdeng bimînim. Wijdana min, exlaqê ku min stendi, ez ji vê dûr nexistim. Piştî serkeftinê derfetên çûna wê derê ava bûn. Di heman demê de, derfetên avakirina pirtûknaxe, erdên şaxan û parkên zarokan çêbûn. Me xwest em pêlîstokan ji zarokan re bibin û van derfedan binirxînin. Em bi vê armancê ketin rê.”   ASTENGKIRINA POLÎSAN   Can, bi bîr xist ku 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, yekser nemirin û wiha bi lêv kir: “Gelek birîndar piştî teqînê hişyar bûn. Min bi xwe bi çavê xwe dît ku rewşa 12 kesan bû. Ji ber ku dereng mudaxileyî birîndaran hat kirin, polîsan bombeyên gazê avêtin, li nexweşxaneyê bijîşk kêm bûn û polîsan astengî derxistin, 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. Polîsan êrişî gel kir û gule berdan. Ger mudaxile zû bihata kirin, me yê ewqas heval winda nekiran. Dibe ku 12 hevalên me yên din jî xilas bibûyan.”   BI NIŞANEYA SERKEFTINÊ XATIR XWESTIN   Can, dest nîşan kir ku piştî wî ev rewş dît, ji xwe re gotiye “Her tişt heya vê derê ye” û wiha pê de çû: “Bêhna min kêlî bi kêlî teng dibû û ji ber windabûna xwînê bêtaqet diketim. Pir baş tê bîra min, min hîs kir ku dawiya demê hatiye. Ji ber wê min nîşaneya serkeftinê dikir. Lê ji ber windabûna xwînê, destê min di hewade ne dima. Dengê min dernediket. Min dixwest ku kêlî bi kêlî nîşana serfiraziyê werim tomar kirin.”     POLÎSAN HESAB NEDAN   Têkildarî doza hat vekirin jî Can, wiha axivî: “Di doza hat vekirin de, me pirs ji dadgehê kirin. Ew der bibû gola xwînê. Çawan dibe ku gaz bê bikaranîn? Me ev pirs kir. Lê bersiva pirsên me nehat dayîn. Em vî wijdanî ji qetlîamên Amed, Dîlok û Enqerê dizanin. Me xwest bên li gorî qanûnên xwe hesab bidin. Lê ev daxwazên me hatin qebûl kirin. Herî dawî ji ber îhmalkariya peywirê 7 hezar û 500 lîre ceza li Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê hat birîn. Encama danişînê, ji dest pê kê ve diyar bû. Li Tirkiyeyê, di wê dîrokê de gelek komkujî pêk hatin. Tu encam derneket holê. Ji bo vê tu baweriya me tuneye. Ji ber ku dewlet berpirsiyara xwe qebûl nake. Kesên komkujî asteng nekirin, berpirsiyarin. Divê karmendên îstixbaratê, polîs û vîna siyasî ya ku wan li wê derê bi rêve dibe werin darizandin. Li gorî agahdariya rapora îstixbaratê ya wê demê jî, miduriyeta polîsan bergirî ne girtiye.”   BIRYARDARIYA TÊKOŞÎNÊ   Yasîn Can, dest nîşan kir ku ji berk u dewletê nekarî hemwelatiyên xwe biparêze, ji sedî sed berpirsiyare û wiha bi dawî kir: “Heya ku edalet pêk were, berpirsiyar wê dewlet be. Heta ku berpirsiyar derkevin holê jî, em ê mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin. Ji ber vê em hîna jî di biryardariya xwe ya têkoşînê de ne.”    MA / Mehmet Aslan