Ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’î kirin 2021-07-19 12:43:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya ji bo ku statuya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bê qebûlkirin a li ser meyda dijîtal hatibû destpêkirin, rastî eleqeyek zêde hat.   Di salvegera 9’emîn a Şoreşa Rojava de, bi hezaran kes xwestin, Neteweyên Yekbûyî (NY) Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekê fermî qebûl bike. Kampanya li ser banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ya li hesabê xwe yê Twîtterê parvekir, hat destpêkirin. Kampanya bi etîketa "#Status4NorthAndEastSyria" dest pê kir, di demek kurt de rastî eleqe û piştgiriyek mezin hat.   Parvekirinên etîketa "#Status4NorthAndEastSyria", bi piştgirya 181 hezar kesî, di Twîtterê de gehişt rêza 5’emîn a rojeva tevahiya cîhanê. Kampanya di heman demê de, di rêza yekemîn a rojevên Tirkiye, Swîsre, Avusturya, Almanya, Swêd, Belçîka, Fransa û Iraq de cih girt.    Dîsa bikarhênerên hesabên Facebook û Înstagramê jî, bi awayekê pir zêde kampanya parvekirin û piştgiriya xwe diyar kirin.