Akademîsyenan piştgirî da Can Candan 2021-07-19 13:01:05   STENBOL - Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê ji wezîfe girtina hîndekarê zanîngehê Can Candan şermezar kirin.    Rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê Zanîngeha Bogazîçiyê ji wezîfeyê hatibû girtin û cîgirê wî Nacî Încî tayînî şûna wî hat kirin. Li ser fermana Încî, Hîndekarê Zanîngehê yê Beşa Ziman û Wêjeya Rojava Can Candan ji wezîfeyê hat girtin. Akademîsyenên Zanîngehê ji wezîfegirtina Can Candan şermezar kirin. Akademîsyenan li Meydana Kampûsa Zanîngehê ya Başûr daxuyanî dan û destnîşan kirin ku bêyî ku bi pêkhateyên zanîngehê şêwir were kirin, tayînkirina rektor mudaxileya li dijî akademiya azadî û xweser e. Akademîseyan got karê ewil ê rektor ew bûye ku hevalê wan ji kar biavêje û ev bêhiqûqî ye û dê pêvajoyê bişopînin.