Ayva yê gef lê hat xwarin: Em ê paşde gav neavêjin 2021-07-19 13:27:00   STENBOL - Endamê ESP’ê Ahmet Ayva yê rastî gef û tacîza polîsan hat, got; “Nêzîkatiyên wiha yên kontrawarî, wê bi şoreşger û welatparêzan, paşde gav nedin avêtin.”    Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), derbarê tacîz û gefên polîsan ên li dijî endamê partiyê Ahmet Ayva de, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de, pankarta “Zext û gefên we nikarin me têk bibin” hat daliqandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilşad Canbaz Kaya û gelek kes beşdarî civînê bûn.    GEF LI MIN XWARIN   Ahmet Ayva, di civînê de axivî û bi bîr xist ku berî 7 mehan jî, rastî heman zextan hatibû. Ayva, bal kişand ser roja bûyerê û wiha got: “Di 14’ê Tîrmehê de, li Kadikoyê ez li benda hevalê xwe bûm. Hin kesan bi destên xwe pêl serê min kirin û telefona min ji destê min girtin. Serê min xistin nava lingên min û gef li min xwarin. Min rûyê kesên gef li min xwarin ne dît. Ji min re gotin, ‘ger tu welat terk nekî, em ê te li kolana malbata te lê dijî, bidin lerzandin.’ Ev ne cara yekemîne ku bi rewşên wiha re rû bi rû dimîne. Em vana hemîyan ji dîroka xweya nêz û dûr dizanin. Ev êriş, di şexsê min de, li tevgerên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê hatiye kirin û ji bo ESP’ê peyamek e. Berpirsiyarên kiryarê her destwerdana li dijî min û malbata min, rejîma faşîst û hêzên wê yên paramîlîter e. Lê em ê paşde gav neavêjin”   Parlamentera HDP’ê Dilşad Canbaz Kaya, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erkan Tepelî û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya jî di civînê axivîn û wiha got: “Desthilatdarî gelekê birêxistinkirî naxwaze. Ji ber vê hewl dide tirsê belav bike. Li vî welatî bi qasî ku dîrokek tarî heye, li dijî wê dîroka berxwedanê jî heye. Em bang li raya giştî dikin ku xwedî Ayva derkevin û piştevaniyê bidinê.”