Bersûcê Komkujiya Sêwazê ku ji aliyê Erdogan ve hatibû berdan mir 2021-07-19 13:28:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji kujerên Komkujiya Sêwazê Ahmet Turan Kiliç yê ku ji cezayê wî ji aliyê Erdogan ve hatibû efûkirin, mir.    Yek ji kujerên Komkujiya Sêwazê Ahmet Turan Kiliç ê ku ji kuştina 33 qurbaniyên komkujiyê cezayê heta hetayê yê girankirî lê hatibû birîn û paşê ji aliyê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ve hat berdan, mir. Ewilî derbarê Kiliç de biryara darvekirinê hatibû dayîn û piştî cezayê darvekirinê hat rakirin cezayê wî veguherî yê heta hetayê. Piştî 27 salan di çileya 2021’an de hat har berdan.    Medya alîgiriya îqtidarê dike, mirina Kiliç wek “xemgîniyê” serwîs kir û wî wek “mezlûm” nîşan dan.