Beriya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin 2021-07-19 17:00:27 AMED / STENBOL - Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê û HDP’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana goristanan hat kirin.    Li Amedê bi pêşengiya MEBYA-DER û HDP’ê li navçeyên Licê û Pîranê yên Amedê serdana goristanan hat kirin. Li navçeya Pîranê serdana Goristana Pîrejman a ku endamên HPG’ê lê veşartîne hat kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn di serdanê de axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku heta azadiyê û aştiyê pêk bînin wê têkoşîna xwe bidomînin.    Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmus Karadag jî got: “Heta ku em hebin em ê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin û li ber xwe bidin.”    Li ser goran dua hatin xwendin û dirûşm hatin berzkirin.    SERDANA GORA ROZERÎNÊ KIRIN    Şande pişt re çû serdana gora Rozerîn Çûkûr a di serdema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de jiyana xwe ji dest da. Şande çû gundê Herîdan û gorê serdan kir. Pişt re jî şande çû serdana gora komî ya 33 endamên PKK’ê ya di navbera gundên Gozelê û Kelkkomê de ku di sala 1995’an de bi komî jiyana xwe ji dest dane û li Goristana Navendî ya Pîranê hatine veşartin.    LICÊ   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, Hevseroka HDP’a Amedê Gulşen Ozer û rêveber û endamên MEBYA-DER’ê jî wek şandeyek çûn serdana gorên endamên HPG’ê yên li Çemê Elîkê ya navçeya Licê veşartî ne.    'EV ÊRIŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN’    Semra Guzel di serdanê de axivî û êrişên li ser goristanan bi bîr xist û got: “Tehamulî gorên me jî nakin. Ev goristan di serdema pêvajoya çareseriyê de hat çêkirin. Lê pitş re bombe kirin û xera kirin. Goristana Xerzanê xera kirin. Niha jî li Efrînê êrişî goran dikin û ji cihê wan derdixin. Ev êrişên dijmirovane nayên qebûlkirin. Dibe ku hûn bombe bikin û xera bikin lê hûn nikarin fikr û baweriya bi milyonan însan têk bibin. Em bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin.”    Serdan bi xwendina duayan bi dawî bû.    STENBOL    Rêveberên rêxistinên HDP’ê ya Bajêr û yên navçeyan jî li gelek navçeyan bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana goristanan kirin. Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci û yên pê re serdana goristanên li Kuçukçekmece, Arnavûtkoy, Umraniye, Sultanbeylî, Esenyurt û Çatalca kirin.    HDP’iyan di serdana goristanan de soza mezinkirina têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dan.