Li Afyonê êrîş birin ser karkerên kurd: 7 kes birîndar bûn 2021-07-19 22:39:53   AFYON - Karkerên demsalî yên ji Amed û Mêrdînê çûn Afyonê, ji ber ku bi kurdî axivîn bi êrîşeke nîjadparest re rû bi rû man. Di êrîşê de 7 kes birîndar bûn.   Li Bajaroka Sûltandagi Dereçîne a Afyonê, karkerê kurd gava çû berber bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû ma. Di êrîşê de 2 jê jin 7 kesên li derve bûn birîndar bûn. Paşê birîndar rakirin nexweşxaneyê.    JI BER KU BI KURDÎ AXIVÎN    Pismamê kesên êrîşî wan hat kirin Nûrûllah Aba got: "Ji karkeran Îsmaîl Tan û pismamê wî Alî Tan çûn berber. Keya ji wan re dibêje têkevin dorê. Her du ciwan jî dikevin dorê. Lê kî tê pêşiya wan tiraş dibe. Du saetan disekinin. Her du ciwan jî dipirsin, çima dora wan didin hin kesên din. Gava wisa dibêjin, ji wan re dibêjin 'hûn terorîst in, hûn bi kurdî diaxivin' û êrîşî wan dikin. Îsmaîl Tan, dixin hundirê wesayîtekê û wî dibin nav daristanê. Lê dixin û dîmenên wî digirin. Milê Îsmaîl Tan şikestiye. Alî Tan jî, ji nav lepên wan direve. Gava malbat tên, bûyer mezin dibe. Li vir bi daran li 2 jin li 7 kesan dixin. Rewşa birîndaran xedar e."    Aba, anî ziman ku bi biryyara qeymeqamtiyê dê malbatên êrîşî wan hatine kirin vegerin Amed û Mêrdînê. Aba, bilêv kir ku 25 roj berê hatine Afyonê.    'BERPIRSIYAR ÎQTIDAR E'   Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parve kir. Suruc, diyar kir ku karker telefonî wê kirine û ragihandine ku êrîşî wan hatiye kirin. Surucu, destnîşan kir ku sedema sereke ya êrîşê ziman û polîtîkaya cihêkar a îqtidarê ye û berpirsiyar îqtidar e.