Derbarê hikumxwarê muebedê de ku salek jê re maye derkeve 2 dozên cuda 2021-07-20 09:00:41 ÊLIH - Resûl Baltaci ku di Girtîgeha Çîmlî ya Duzce ya Tîpa T'yê de dimîne û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn, ragihand ku salek maye cezayê wî biqede, lê belê îdareya girtîgehê dixwaze înfaza wî bişewitîne.  Resûl Baltaci ku di Girtîgeha Çîmlî ya Duzce ya Tîpa T'yê de dimîne, di sala 1992'yan de li Êlihê ji ber hin sedemên siyasî hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Baltaci ku 29 sal in di girtîgehê de ye, niha bi hinceta "eşyayên qedexe aniye girtîgehê" derbarê wî de du doz hatine kirin û bi van her du dozan tê xwestin înfaza wî bê şewitandin.    Baltaci ku salek jê re maye bê berdan, bi hinceta ku li qawîşa wî pirtûkek qedexe hatiye dîtin derbarê wî de doz hatiye kirin. Ji ber vê dozê tê xwestin 10 sal ceza lê bê birîn.    Di meha Adarê de jî di avêtina ser qawîşê de li qawîşa wî karteke ku wêneyên Kemal Pîr û Mazlîm Dogan li ser bûne, hatiye dîtin. Îdareya girtîgehê ji ber vê kartê giliyê wî kiriye û Serdozgeriya Komarê ya Duzceyê jî derbarê wî de îdianame amade kiriye û Dadgeriya Ceza ya Sulhê a Duzceyê jî îdianame qebûl kiriye.    Malbata Baltaci ku li Êlihê dimîne, anî ziman ku 3 sal berê wan ev kart bi rêya posteyê re jê re şandine û li ser wê mohra "goruldu" (hatiye dîtin) a îdareya girtîgehê heye.    Malbatê, destnîşan kir ku gava pirtûk û kart şandine, îdareya girtîgehê tu astengî nedane ber wan û kurê wan. Malbatê, bilêv kir ku armanca van her du dozan ew e ku înfaza Baltaci bê şewitandin û 6 salên din jî di girtîgehê de bê hiştin.   Malbatê bertek nîşanî van her du dozan dan.